Şandeyeke Brîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeyeke Brîtanî bi serokatiya Berdevkê Taybet ê Brîtaniyayê yê berpirsyarê Sûriyê Martin Longden, ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û koalîsyona hevbeş li dijî DAIŞ`ê, serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şandeyeke Brîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Şandeyeke Brîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Şandeyeke Brîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Şandeyeke Brîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Şandeyeke Brîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Şandeyeke Brîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
16 îlon, 2020   05:47
QAMIŞLO

Duh sibehê şandeyeke Brîtanî bi Serokatiya Berdevkê Taybet ê Brîtaniya yê bi Sûriyê Martin Longden gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ebdulkerîm Omer û Danya Remedan, Seroka Desteya Jinê Zeyneb Saroxan û rêveberê têkiliyên dergehê Sêmalka, li dergehê Sêmalka şandeya Brîtanî pêşwazî kirin.

Ji bo nîqaşkirina gelek dozên siyasî, şerê li dijî DAIŞ`ê, rêbazên pêşîgirtina belavbûna vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her du aliyan li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo heta saetekê civîneke girtî pêk anîn.

Piştî civînê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer ji ANHA`yê re daxuyand ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê serdana girîng ji bo me û ji bo Brîtaniyayê, pir kêfxweş e û got: “Nexasim ku em hevalbendên koalîsyona li dijî DAIŞ`ê ne."

Omer wiha dewam kir: "Brîtaniya roleke girîng di çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna guhertineke niştîmanî û demokratîk a li gorî biryarên navneteweyî, lîst. Em li ser pevguhertina nêrînên girêdayî rewşa giştî li Sûriyê piştî van salên aloziyê û girîngiya çareserkirina aloziyê li gorî biryarên NY`yî, kêfxweş in."

Omer diyar kir ku her du aliyan li ser girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê piştî van salên dirêj ên aloziyê bi awayekî demokratîk, aştiyane û li gorî biryarên navneteweyî û bi taybetî biryara  (2254) a beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê, tekez kiriye.

Omer her wiha destnîşan kir ku her du aliyan rewşa mirovahî li herêmê û astengiyên li pêşiya wan, nexasim bi belavbûna vîrusa Koronayê û bandora wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parvekirina rêbazên xweparastinê, nîqaş kirine.

Di serdanê de Daîreya Têkiliyên Derve a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zarokeke çeteyên DAÎŞ ku bi eslê xwe Brîtanî (4) ye radestî şandeya Brîtanyayê kir.

(cx)

ANHA