Xelkê Heleb li dijî tecrîdê li qadan bûn

Bi sedan xelkê Helebê daketin qadan û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Xelkê Heleb li dijî tecrîdê li qadan bûn
Xelkê Heleb li dijî tecrîdê li qadan bûn
Xelkê Heleb li dijî tecrîdê li qadan bûn
Xelkê Heleb li dijî tecrîdê li qadan bûn
Xelkê Heleb li dijî tecrîdê li qadan bûn
Xelkê Heleb li dijî tecrîdê li qadan bûn
15 îlon, 2020   18:58
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ya ku KCK'ê ragihandiye de,  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Helebê meşek li dar xist. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya geraca li beşê rojhilata taxa Şêmeqsûdê dest pê kir û di nava konên sereke yên taxê de dewam kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Tu kes nikare roja me tarî bike", "Azadiya rêbertî ji azadiya me ye", " Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye'' hatin hildan.

Meş li qada Şehîd Destîna Rawestiya û bi deqeyeke rêzgirtin mêtîneke dest pê kir. Endama Rêveber a TEV-DEM'ê Leyla Xalid û endamê rêveber ê Yekitiya Parêzeran a Helebê Mihemed Emîn di mîtîngê de  axivî û banga bilindkirina asta têkoşînê li hemberî faşîzmê kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi azadiya gelên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û çareserî bi pêkanîna ramanê Ocalan ve pêkan e. Her wiha hate destnîşankirin ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li gorî rêgezên mafên mirovan ên ku NY'yê danîne dighêje asta sûcên şer û bang li aliyên têkildar hate kirin erkên xwe bi cih bînin û di demeke nêzî de rêbertî azad bikin.

ANHA