Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû

Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi hilbijartina 21 endamên koordînayonê û  meclisa kongreyê bi dawî bû.

Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû
Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû
Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû
Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû
Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû
Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû
Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû
Konferansa 3'yemîn a Kongreya Stara a kantona Efrînê bi dawî bû
15 îlon, 2020   18:30
ŞEHBA

Konferansa 3`yemîn a Kongreya Star a kantona Efrînê bi dirûşma `Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dê dagirkerî bi dawî bibe û serkeftina şoreşa jinan mîsoger bikin` li Şehbayê vê sibehê dest pê kir. 160 delge beşdarî konfernasê bûn.

Di konferansê de hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso rewşa siyasî nirxand.

Eyşe Hiso di destpêka nirxandinên xwe de bal kişand ser hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û got: "Me xeta sêyemîn hilbijart, me gelek serkeftin bi dest xistin. Em dibînin ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratî dikarî xwe di her qadan de îsbat bike û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze."

Eyşe Hiso îşaret bi aloziya Sûriyê û zêdebûna nakokiyên hundirîn a ji ber mudaxeleyên derve kir û wiha axivî: "Civînên ku li Astana û Cinêv hatin lidarxistin bê encam bûn. Heta niha encamên wê diyar kir ku desteka dide dagirkeriya Tirk a li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên siyasî kir ku li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker bi taybet ên li dij jinan helwesta xwe diyar bike, her wiha bang li hemû jinan kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û xwe bi rêxistin bikin.

Konferans bi xwendina rapora sala û nirxadina xebata du salan ji aliyê beşdaran ve dewam kir.

Di dawiyê de gelek pêşniyar ku bibe plansaziya du salên bê yên kongreyê hatin kirin. Ji wan; Mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê, çalakiyên şeremzarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga rizgarkirina wî wê werin zêdekirin, civak li gorî rêgezên şerê gelê şoreşger were perwerdekirin, akademiyên perwerdeyê ji bo herdu zayendan werin vekirin, malpereke elktronî ya Kongreya Star were vekirin û ragihandina wê were pêşxistin, navendek ji bo Rêxistina Sara ya Têkoşînê li dijî tundiya li ser jinan were vekirin, projeyên aborî yên jinan werin pêşxistin, rola jinên ereb werin pêşxistin û komên çandî yên taybet bi jinên ereb werin vekirin, pêngavên danasîna qanûnên jinan werin vekirin, mîhrîcanên zarokan werin lidarxistin û parçeyên zarokan werin vekirin.

Pêşniyar ji aliyê beşdaran ve hatin êrkirin. Piştre hilbijartin pêk hatin, di encamê de Şirîn Behrî, Eyşe Mehmûd, Ferîda Îbo û Fatima Silêman endamên Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê hatin hilbiartin û 21 endamên meclisa Kongreya Star a kantona Efrînê hatin hilbijartin.

Konferans bi axaftina endama Desteya Rêveber a PYD'ê Hediya Yûsif bi dawî bû. Hediya Yûsif konferans li hemû jinan pîroz kir û got: "

Em jinên di konferansê de soza xwe ya têkoşîna azadiyê û xurtkirina projeya neteweya demokratîk nû dikin. Em ji dijmin re dibînin ku em ê azadiyê bidest bixin û xaka xwe ji terorê rizgar bikin û jiyaneke azad bi pêşengtiya jinan misoger bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/lFRvt0sXHRs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>