Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir

Şêniyên navçeya Til Temir cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Fewaz Emîn bi merasîmekî bi heybet  li goristana Şehîdan a navçeyê spartin axê.

Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir
15 îlon, 2020   17:42
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê beşdarî merasîmê oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Fewaz Emîn bûn, yê ku di 14' Îlonê de dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê hêzên Asayîşê ve dest pê kir. Bi navê Hêzên Asayîşê endamê rêveber Selman Nûhî û bi navê malbata şehîd Mehmûd Emîn axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîd re hate xwestin û behsa keda ku şehîd Fewaz ji bo xizmeta welat û gelê xwe daye hate kirin her wiha rola Hêzên Asayîşê û şehîdan a bersivdana gefên li ser herêmê hate kirin.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan dan û gotin ew ê li hemberî hemû gefên ku ewlehiya herêmê xirab dike bisekinin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Fewaz Emîn hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd Namirin" hate veşartin.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/tE0Dl4nhnN4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>