PYD'ê li Çilaxa civîneke li dar xist

PYD'ê rewşa siyasî û geşedanên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyên navçeya Çilaxa re nirxand.

PYD'ê li Çilaxa civîneke li dar xist
15 îlon, 2020   15:28
QAMIŞLO

Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi beşdarbûna dehan kesî hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Saroxan rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên gûrkirina şerê li herêmê û derbekirina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Her wiha îşaret bi serkeftina projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên li ser herêmê kir.

Sarûxan girîngiya yekitiya kurdî destnîşan kir û got: "Hêza siyasî û civakî ya gel heye ku dikare destkeftiyên gelê Kurd biparêze. Li ser vê yekê yekitiya gelê Kurdistanê wê karibe ji êrişan re bibe bersiv."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA