Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li dijî Idlibê zêde kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê asta bomberbarana herêmên bêçek, li gel topbarana bejahî ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li dijî herêmên Kensafra, Sifuhin, Fetîra, Filêfil û Bîtîn li başûrê gundewarê Idlibê zêde kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li dijî Idlibê zêde kirin
15 îlon, 2020   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SHOR) vê sibehê 6 balafirên şer ên Rûsyayê daristanên li rojavayê bajarê Marat Misrîn li bakur rojavayê Idlibê bombebaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê jî asta topbarankirina gundewarên başûrê Idlibê zêde kir.

Hêzên hikumeta Şamê piştî kuştina endamên wê li eniya gundê Riweyhayê li gundewarê Idlibê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, dest bi êrişa dijwar li dijî herêmên çeteyan kir.

Duh êvarê şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li eniya gundê Fitîra li gundewarê Idlibê rû dan, lê tu agahiyên girêdayî windahiyan nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker dewriyeke tekealî li ser rêya M4 piştî ku Rûsya qebûl nekir tev lê bibe, birêve bir.

(şx)