Fayiz El-Serac û Hefter dê roja pêncşemê li Parîsê bicivin

Serokê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlemanê Eqîle Salih dê roja pêncşemê li Parîsê bi serokê Meclisa Rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re bicivin.

Fayiz El-Serac û Hefter dê roja pêncşemê li Parîsê bicivin
15 îlon, 2020   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî di fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê de diyar kir  ku ji bo nîqaşkirina pêşketinên rewşa siyasî û ewlekariyê yên dawî li Lîbyayê, dê serokê artêşê Xelîfe Hefter û serokê parlemanê Eqîle Salih û serokê Meclisa Rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac bicivin.

Heman çavkaniyê ji tora El-Erebiye re ragihand ku civîn dê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û bi hevkariya Fransayê were pêkanîn.

Hin malperên fransî ji ber beşdarbûna El-Serac di civînê de, bi guman in. Ev yek jî ji ber fişara dewleta Tirk a li ser hikumeta Wîfaqê ye.

oh