Şêniyên Şêrawa: Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê vala bike, lê em dernakevin

Şêniyên gundên navçeya Şêrawa topbarana bênavber a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser malên wan şermezar kir û diyar kir ku faşîzma Tirk dixwaze herêmê vala bike, lê ew ji cih û warê xwe dernakevin.

Şêniyên Şêrawa: Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê vala bike, lê em dernakevin
15 îlon, 2020   09:06
ŞEHBA – FÎRAS IBRAHÎM – MÎDYA HENAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li gundewarên kantona Efrînê ya dagirkirî bi cih bûne, duh bi çekên giran gundên navçeya Şêrawayê topbaran kirin. Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Birc El-Qas ê navçeya Şêrawa de welatiyên bi navê Xelîl Ehmed Nasro yê 37 salî û Elî Xelîl Nasro yên 42 salî birîndar bûn.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Birc El-Qas û Meyasê ên dorpêçkirî û Soxanekê, Aqîbê û Ziyaretê topbaran kirin. Di encama topbaranê de agir bi daristana di navbera gundê Soxanekê û Aqîbê ket.

Di vê çarçoveyê de welatiyê ji gundê Soxanekê Ehmed Mecîd sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir û bang li rêxistinên navnetewî kir ku destwerdanê bikin ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker.

Ehmed Mecîd da zanîn ku nuqteyên bicihbûna artêşa Tirk û çeteyên wê 2 kîlo metre dûrî wan e û duh bi çekên giran derdora gundê wan û gundên derdorê topbaran kirin.

Her wiha Mecîd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne cara yekê ye ku gund topbaran dike û diyar kir ku artêşa dagirker a ku li gundê Kîmarê bi cih bûye bi awayekî zanebûn di nava erdên çandiniyê de mayîn bi cih kirine û ew nikarin biçin nav erdên xwe û berhemên xwe berhev bikin.

Ehmed Mecîd di dawiyê de got: "Rêxistinên navnetewî û mafên mirovan li ku derê ne? Me çi guneh kiriye ku em rojane rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên."

Welatiya bi navê Henîfe Xelîl jî diyar kir ku topên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser malên sivîlan de dibarin û jiyana wan dixe metirsiyê.

Henîfe Xelîl bal kişand ser êrişan û anî ziman ku ji ber topbarana li ser sivîlan ku di encamê de du kes li gundê Birc El-Qas birîndar bûbûn zarokên wan nikarin razin.

Her wiha Henîfe da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi van topbaranan dixwaze herêmê ji şêniyên wê vala bike û wê jî weke Efrînê dagir bike.

 Henîfe di dawiyê de piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker çiqas herêmê  topbaran bike jî  ew derankevin û ew ê li gundên xwe bimînin û bang li rêxistinên navnetewî kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxînin û gelê wê ku koçber bûye vegerînin malên wan.

oh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MTHG_CvXRZI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>