Rûsyayê red kir ku bi dewleta Tirk re dewriyeya hevbeş li Idlibê pêk bîne

Vê sibê piştî redkirina Rûsyayê, dewleta Tirk a dagirker bi tenê dewriye li ser rêya M4 pêk anî.

Rûsyayê red kir ku bi dewleta Tirk re dewriyeya hevbeş li Idlibê pêk bîne
15 îlon, 2020   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hejmareke mezin ji hêzên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Laziqiyê-Heleb a li bejahiya Idlibê tevî balafirên keşfê yên dewleta Tirk belav bûn da ku dewriyeyeke hevbeş li ser rêya M4 pêk bîne.

Li gorî çavkaniyên taybet, bi sedemên nenas Rûsyayê red kir ku beşdarî wê dewriyeyê be.

Di 25’ê meha borî de li derdora Orom Coz a rojhilatê Idlibê di dema derketina dewriyeya hevbeş de, erebeyeke Rûsyayê bi moşekekê hatibû hedefgirtin.

(fr)