​​​​​​​Nûnerê êla Şerabîn: Baweriya eşîrên Ereb bi Rêveberiya Xweser heye

Nûnerê êla Şerabîn a li kantonê Hesekê artêşa Tirk û hikumeta Şamê bi birekê pênase kirin û dest nîşan kirin ku baweriya eşîrên ereban bi Rêveberiya Xweser heye.

​​​​​​​Nûnerê êla Şerabîn: Baweriya eşîrên Ereb bi Rêveberiya Xweser heye
15 îlon, 2020   03:42
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji destpêka aloziya Sûriyê û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve artêşa Tirk roleke sereke lîst, pere da ciwanan û ew tev li artêşê kirin, paşê ew di operasyonan de bi kar anîn, fitne derxist û ji bo planên xwe yên dagirkeriyê bimeşîne li Sûriyê şerê navxweyî pêş xist.

Piştî QSD`ê di şerê li Dêrazorê (Baxozê) bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê yên dewleta Tirk piştgiriya wan dike, rizgar kirin, bi planên artêşa Tirk re li hev nehatin, lewra berê xwe da rêbazên xwe yên veşartî, MÎT xist dewrê û çete şandin herêmê.

Ev çete û ajan hewl didin yekitiya Sûriyê û yekitiya pêkhateyên li Sûriyê û li tevaya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn derbe bikin, projeya Neteweya Demokratîk bi rêya derxistina fitneyên di navbera pêkhateyan de û piştgiriya ji şerê navxweyî re têk bibe.

Lê belê pêkhateyên Bakur û Rojhilê Sûriyê û hemû eşîrên Ereban û Kurdan li dijî van fitneyan sekinîn û çandên xwe parastin.

Têkildarî mijarê Endamê Meclisa Rûspiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Nûnerê Êla Şerabîn a Kantona Hesekê Sabit El-Cewher axivî û got ku planên hikumeta Erdoganê sûcdar, çeteyên wê û hin dewletên din pê radibin, têk diçin nexasim piştî ajanên artêşa Tirk li Dêrazorê xwestin fitneyan di navbera eşîrên ereban de derxînin.

Sabit El-Cewher destnîşan kir ku bi rêya diyalog û panelên nûnerên pêkhateyan, eşîran û êlan li ser asta herêmê li dar dixin û hewl didin ji bo pêşxistina karê rêveberiya xwe formekê diyar bikin.

Sabit El-Cewher artêşa Tirk û hikumeta Şamê bi bireka hesin şibandin, ji ber ji her du aliyan ve dixwe, her du alî xwedî planên dagirkerane ne û wiha axaftina xwe domand: "Artêşa Tirk ji bo li herêmê fitneyan derxîne ajanan dişîne û ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraqê û herêmê dagir bike rewşê keysbaz dike."

ꞌBI SAYA QSD`Ê PÊKHATE BI ARAMÎ DIJÎNꞌ

Hikumeta Şamê ji bo şêx û rûspiyên eşîrên ereban qetil bike ajanên xwe dişîne û hewl dide projeya demokratîk derbe bike, yekitiya şêniyên herêmê û QSD`ê xerab bike.

Nûnerê êla Şerabîn dibêje ku bi saya QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhate bi aramî dijîn.

Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên dawîn de bi dehan kesên hate diyarkirin ku ajanên veşartî yên istixbarata artêşa Tirk û hikumeta Şamê ne girtin, ji wan li bajarê Kobanê û Minbicê her wiha QSD`ê li herêmên Dêrazorê jî dest bi pêngavên paqijkirinê kirin. Kesên hatin girtin mukir hatin ku artêşa Tirk û hikumeta Şamê pere dane wan û wan jî xwestekên her du aliyan pêk anîne.

Hêzên li dijî Rêveberiya Xweser di gelek nuqteyan de li hev kirine. Li herêmê hewldana têkbirina ewlehiyê dikin, ji bo sazûmaniya projeya Neteweya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bike, şerê navxweyî derdixin, di heman demê de hikumeta Şamê jî hewl dide dijberên siyaseta xwe tune bike ji ber hikumet tecrûbeya demokratîk ji bo hikumê xwe yê destpotîk xetere dibîne.

ꞌDERIYÊN RÊVEBERIYA XWESER VEKIRÎNEꞌ

Sabit El-Cewher di nava axaftina xwe de bal kişand ser ku eşîrên Ereban û Kurdan û pêkhateyên din bi rêya diyalogan û nîqaşan bang li kesên li ser xaka dewleta Tirk in û xwe teslîmî Erdogan kirine ku vegerin malên xwe û deriyên Rêveberiya Xweser ji wan re vekirîne.

Sabit bi lêv kir ku têkildarî çeteyên Sûriyê ne ku perspektîfên xwe ji hikumeta Şamê digirin, domdar daxwaza rûniştina li ser maseya diyalogan dikin û dûrî ajanên ku êdî bi bin ketine û ji bo Sûriyê xerabiyê tînin, bikevin.

Cewher El-Sabit piştrast kir ku rûspî û şêxên li herêmê mane, şêx an jî êlên çareseriyê ji aloziya Sûriyê re dixwazin pêşwazî dikin.

ꞌEŞÎRÊN EREBAN BAWERIYA XWE BI RÊVEBERIYA XWESER ANÎNEꞌ

Sabit El-Cewher ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Bi rêya leşkerî doza Sûriyê nayê çareserkirin, lê belê dê bi rêya diyalogan û demokrasiyê were çareserkirin, em jî wekî şêxên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê me baweriya xwe bi sîstema projeya Rêveberiya Xweser û Neteweya Demokratîk anî, her çi qasî hin neyînî hebin jî, lê dibe ku bi rêya diyalogên di navbera aliyên Sûriyê de werin çareserkirin."

Sabit El-Cewher diyar kir ku ew hewl didin demokratiyeke bi destûr artêşeke nû misoger bikin û bi vê yekê mafên pêkhateyên li Sûriyê biparêzin.

ꞌDIVÊ BI LÎSTOKAN NEYÊN XAPANDINꞌ

Di dawiyê de Sabit El-Cewher got ku ew her dem bi pêkhate û eşîrên ereban re di nava têkiliyan de ne, ji ber xwedî çandek in, hewldana parastina yekitiya Sûriyê dikin û dixwazin tevaya pêkate û eşîran mafên xwe bistînin.

Lewre ew daxwaza Sûriyeke yekgirtî û li gorî destûrê nû ku gelê Sûriyê li ser li hev bikin hikumeteke nû ji Sûriyê re were diyarkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7uUKjkOd2PY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>