'Hevgirtin û rûniştina li ser maseya diyalogan yekane çareseriya aloziya Sûriyê ye'

Hinek siyasetmedarên bajarê Helebê diyar kirin ku yekane çareserî ji bo dirêjnekirina aloziya Sûriyê hevgirtin û rûniştina li ser maseya diyalogên qebûlkirina hemû aliyan e.

'Hevgirtin û rûniştina li ser maseya diyalogan yekane çareseriya aloziya Sûriyê ye'
15 îlon, 2020   00:23
HELEB- HENAN MIHEMED – MIHEMED EBDO

Di demeke ku li Sûriyê girêkeke siyasî heye de gelek hêzên herêmî û navnetewî destwerdana aloziya Sûriyê dikin, lê di giştî de jî aliyê leşkerî li pêş e.

Hinek siyasetmedarên ji bajarê Helebê diyar kirin ku ji bo kurtkirina temenê aloziya Sûriyê û bidawîkirina wê, divê çareseriya siyasî ya girtina biryara 2254 bingeh bê girtin. Bi taybet xala çaremîn ya biryarê ku destnîşan dike hemû aliyên Sûrî di girtina biryarê de hevbeş bin.

2254 bingeha çareseriya Sûriyeyê ye

Di vê derbarê de Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûrî ya Pêşerojê Xalîde Ebdo diyar kir ku di demeke ku welat di pêvajoyeke dijwar ya şer û nakokiyan de derbas dibe re biryara meclîsa ewlekariyê 2254 ya ku di 2015`an de derketiye ya herî guncav e, ji ber ku ew bingehê çareseriya Sûriyê ye.

Her wiha Xalîde Ebdo destnîşan kir ku divê gelê Sûriyê di vê pêvajoya dijwar de yekîtiya xwe ava bikin, ji ber ku aloziya Sûriyê dibe ku ber bi cihekî nediyar ve biçe. Lewma jî hevgirtin û diyalog, hêmanên sereke yên pêkanîna çareseriya aloziyê ne.

Xalîde Ebdo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew weke Partiya Sûrî ya Pêşerojê piştgiriya biryara meclîsa ewlekariyê ku ew ê ji bo Sûriyê bibe çareserî dikin û divê destûra nû mafên hemû pêkhateyên Sûriyê misoger bike. 

Şidet, şidetê bi xwe re tîne

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Elî Mistefa teqez kir ku ger aliyên ku destwerdana aloziya Sûriyê kirine, nûnertiya beşek ji çareseriyê dikin, divê biryarên navnetewî bo nimûne biryara 2254 pêk bînin.

Her wiha anî ziman ku avakirina baweriyê di navbera hemû aliyên gelê Sûrî û vegera ser maseya diyalogan çareseriya herî rast e. Ji ber ku ew ê aştî û aramiyê bîne herêmê û yekîtiya neteweyî ava bike.

Elî Mistefa di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bilî diyalogan çareserî pêk nayê û wiha got: "Şidet, şidetê bi xwe re tîne"