Xelîl Kalo: Heke tu nivîskar bî azad be

Nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar Xelîl Kalo li ber destê Osman Sebrî hînî zimanê Kurdî kurdî bû, bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Gelek gotarên wî yên siyasî û wêjeyî hene. Bi destpêka şoreşa Rojava re berhemên xwe xist zimeta şervanên parastinê.

Xelîl Kalo: Heke tu nivîskar bî azad be
Xelîl Kalo: Heke tu nivîskar bî azad be
Xelîl Kalo: Heke tu nivîskar bî azad be
Xelîl Kalo: Heke tu nivîskar bî azad be
Xelîl Kalo: Heke tu nivîskar bî azad be
15 îlon, 2020   06:34
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Jiyana xwe û berhemên xwe xist xizmeta doza siyasî û civakî ya kurdî. Gelek gotar nivîsandin û 6 pirtûk ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan û 3 pirtûk kesayetî nivîsandin. Her wiha di vekirina dibistanên bi zimanê Kurdî li Şamê kedeke mezin da.

Nivîskar û helbetvanê Kurd ê navdar Xelîl Kalo, sala 1958'an li gundê Dêrna Qulindan a navçeya Tirbespiyê ji dayik dibe. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li dibistanên navçeyê diqedîne û li zanîngeha Şamê beşê Jeolojiya Tetbîqî mezûn dibe.

Biraziya nivîskar û helbestvan Xelîl Kalo, Hebûn Kalo berhemên apê xwe pirtûkxaneya wî ya biçûk û bawernameyên wî yên spasiyê parastine, diyar dike ku apê wê jiyana xwe xiste xizmeta doza kurdî, hemû nivîsên wî li ser nirxên kurd û nasnameya gelê Kurd bûn.

Hebûn Kalo destnîşan kir ku apê wê li ber destê siyasetmedarê Kurd ê mezin Osman Sebrî fêrî zimanê Kurdî bû. Dema li Şamê dixwend, wî xwendekar û karker fêrî zimanê Kurdî kirin. Her wiha hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk anî û 3 pirtûk ji semînerên ku rêbertî dida çêkirin.

'HEKE TU TÊKOŞEREKÎ RASTEQÎN BÎ DIVÊ TU AZAD BE'

Helbestvan Xelîl Kalo dibêje: Heke tu têkoşerekî rasteqîn bî divê tu azad bî. Hebûn bi bîr xist ku apê wê dema vegeriya Rojava rastî zextên hikumeta Şamê hat, ji ber nivîsên xwe û çalakiyên xwe yên siyasî karê wî yê li zeviyên petrolê yê Rimêlan hate rawestandin. Her wiha got, di salên 90'îy ên sedsala borî de tenê semîner bi awayekî veşartî li Tirbespiyê dida.

Bi destpêka şoreşa Rojava re, helbestvan û nivîskar li nivîsandinê vedigere. Gelek nivîs li ser YPG û YPJ'ê û serkeftinên wan nivîsandin û bawernameya endamtiya serferaziyê ji fermandariya YPG'ê wergirtin.

'NIVÎSKAREKÎ NIŞTIMANÎ REXNEGIR E'

Nivîskarê Kurd Ciwan Îbrahîm li ser kesayeta Xelîl Kalo dibêje: "Helbestvan û nivîskarê Kurd Xelîl Kalo ne nivîskarê partiyekê an eşîrekê bû, lê belê rewşenbîrekî Kurd bû, banga yekitiya niştimanî ya Kurd dikir. Di nivîsên xwe de fikirên partiyetî yên teng ku bandoreke neyinî li pêşketina civaka Kurdî dike rexne dikir û digot; bê tirs û bêyî ku tiştekî xwe winda bikin ez şaştiyan rexne dikim.

Îbrahîm destnîşan kir ku Xelîl Kalo nivîskarek bi nêrînên xwe yên çandî û nivîsên xwe yên civakî cuda bû, banga rizgarkirina civakê ji her aliyan dikir, ji ber wê rêz û teqdîr ji hemû rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd girt, wefata wî windahiyek ji bo nivîskarên Kurd bû.

'ÇAWA YPG LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê BI SER KET EZ Ê JÎ LI HEMBERÎ NEXWEŞIYÊ BI SER BIKEVIN'

Sala 2015'an Xelîl Kalo bi giranî nexweş dikeve. Li ser nexweşiya xwe nivîsekê li ser facebooka xwe belav dike, tê de dibêje: "Çawa YPG û YPJ li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi ser ketin, ez ê jî li hemberî nexweşiyê bi ser bikevin". Kalo di 15'ê Îlona 2015'an de ji ber nexweşiya giran wefat kir. Cenazeyê wî li gundê wî Dêrna Qulingan hate veşartin.

TIRKAN GORA NIVÎSKAR XELÎL KALO KIRIN HEDEF

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Cotmeha sala borî de gora nivsîkarê Kurd gulebaran kirin û ziyan gihandin beşek ji gora wî.

Gelek hunermendên Kurd mîna Xêro Ebas, Dilo Dogan, Serwet ê ji Bakurê Kurdistanê û Romîda ji Efrînê helbetên Xalo kirin stran.

Nivîskar Xelîl Kalo ji ber keda spasname ji Rêxistina Maf a Kurdî, nasnameya endamtiyê ji rojnameya Ronahî wergirt, her wiha nasnameya Yekitiya Ragihandina Azad wergirtin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ieVB1jU0-9k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>