Ebû Aşûr bi pîşeya xwe ya kevnar mîrasa bav û kalan diparêze

Çirûskên agir ku ji dikana Ebû Aşûr derdikevin, bala xelkê li sûka Ezra ya li naverasta sûka bajarê Qamişlo dikişîne. Ebû Aşûr bi pîşeya xwe mîrasa bav û kalan diparêze.

Ebû Aşûr bi pîşeya xwe ya kevnar mîrasa bav û kalan diparêze
Ebû Aşûr bi pîşeya xwe ya kevnar mîrasa bav û kalan diparêze
Ebû Aşûr bi pîşeya xwe ya kevnar mîrasa bav û kalan diparêze
Ebû Aşûr bi pîşeya xwe ya kevnar mîrasa bav û kalan diparêze
14 îlon, 2020   06:43
QAMIŞLO- LÎLAV DÊWANÎ

Pîşeyên kevnar wekî pirekê di navbera dema borî û dema niha de ne, ji ber ku resenî û dîroka mirovan a di serdemên di pey hev de temsîl dike û çand, pîşe û nirxên gelan reva dike. Pîşeya çêkirina xenceran jî yek ji wan pîşeyên kevnar e.

Çêkirina xenceran balê dikişîne ser pisporiya karker û taybetmendiya çandî, ji ber ku pêwîstiya vê pîşeyê bi dîzaynekeke hunerî û pisporiyê ku xweşikbûnê lê zêde dike heye da ku xencer wekî tabloyeke hunerî ku hemû taybetmendiynê xweza, urf û adetên civakan digire nava xwe, bê nîşandan. Xencer yek ji çekên spî jî tê hesbandin ku berê di şer û xweparastin de dihat bikaranîn.  belê niha tenê alaveke xemilandinê û kenar e ku li gel piraniya gelên Rojhilata Navîn tê dîtin. Destikê xencer heye, kêra wê tûj e û carinan qalan jêre çê dikin.

Di hin civakan de xencer wek amûreke serbilindiyê û carinan wekî diyarî tê bikaranîn, ji ber ku wekî semboleke wêrekî, mezinahî û lehengiyê tê dîtin.

Tevî ku dikanên çêkirina xenceran kêm in û li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm tê kirîn jî, lê belê hin kesên wekî Efram Yûnan ku bi Ebû Aşûr tê nasîn, ji pîşeyên kevin û vejandina foloklorê  hez dikin û naxwazin ku tune bibe.

Efram Yûnan (50) ku Aşûrî ye û niha li ser karê xwe  ye, dibêje: “Beriya zêdetirî 25 salan ve min dest bi vî karî kir û min pisportî ji kesê bi navê Mielim Edîb girt. Mielim Edîb kesekî pispor bû û 4 dikanên wî yên taybet bi vî karî li sûkê hebûn.”

Ebû Aşûr li kêleka vê pîşeyê, alavên tûj tûjtir dike û hin caran necartiyê dike. Her wiha di dikana xwe ya axî de werîs û amûrên çandiniyê difiroşe.

JI BER REWŞA ABORÎ YA XERAB PÎŞE BER BI WINDABÛNÊ VE DIÇE

Ebû Aşûr destnîşan kir ku berê gelek şêniyan berê xwe didan dikanên wî û bi taybetî “Bedû (Koçên Ereb)” lê belê niha ji ber rewşa aborî ya xerab a herêmê xencer wekî berê nayên kirîn.

Ebû Aşûr di çêkirin û sererastkirina gelek cureyên xenceran wekî xencerê Soranî, xencerê Ebencî, xencerê bi navê Ebû Henanî tê nasîn û xencerê şûr ku ji parçeyên şûrên kevin ên şikandî çêdibe de, pispor e. Her wiha li gel wî xencerekî pir kevnar ku bi navê “Cewher” tê nasîn û li ser sembolên serdemên kevnar hene û gelek cureyên din, tên dîtin.

Ebû Aşûr ne tenê van cureyan çêdike, lê belê ji ber kêmbûna made û alavên pêwîst xwestekên wî sînordar mane.

Gelek cureyên xeinceran li gelek welatan hene wekî; xencerê Nezwanî, Sorî, Seîdî, Seharî û xencerê Boseîdî ku sultanên Emanê radikin û hwd, hene. Xencer bi reng, mezinahî û cureya medenê ku pê tê çêkirin anku li ser tê kirin wekî zêr û zîv, ji hev cuda dibin.

Ebû Aşûr wiha behsa qonaxên çêkirina xenceran di dîrokê de dike: “Birê xencer ji hestiyên ajalan, textê Ebanûs yê ji Hindistanê û medenên cuda wekî zîvê, dihat çêkirin. Lê niha madeya mîlanîn lê destekê xencer tê zêdekirin da ku neyê şikandin.”

Her wiha gelek madeyên wekî zîv, çerm, deziyên medenî, text, rês, destikên bilastîkî, qoçê ajalan, medenên resas û hesin, di çêkirina xenceran de tên bikaranîn.

QONAXÊN ÇÊKIRINA XENCERAN

Li gorî Ebû Aşûr, qonaxên çêkirina xenceran bi vebiriqandina hesin dest pê dike, ku beriya çêkirina kêra xencer, tê amadekirin da ku bişibihe folaz. Piştre  şêweyê xencer li ser qatek çerm û du qatên text tê xêzkirin. Şêweyê ku hatiye çêkirin tê qulkirin. Piştre banê her du textên li ser hev tê nermkirin û di navbera wan valahiyeke tê hiştin, piştre kêra tûj di wê valahiyê de tê danîn û xicer amade dibe.

Xencerên ku Ebû Aşûr çêdike, dawiya wan xar e û destikê wan textî û nerm e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çêkirina xenceran di serdema ferewniyan de jî belav bû. Nîşaneya vê yekê jî alavên dîrokî ku hatine dîtin ku tê payîn ku çêkirina xencerê şanbanûya bi navê (Eyah Hebb) de hatine bikaranîn.

XENCER XWEDÎ TAYBETMENDIYEKE ÇANDÎ NE

Ebû Aşûr daxuyand ku çêkirina xenceran girêdayî cudabûna çan û urf û adetên welatan e. Her dewletek xwedî taybetmendiyekê ye ku wê ji dewleteke din cuda dike. Ebû Aşûr dibêje: “Ez dikarim xencerên ku ez çêdikim ji nava bi hezaran xenceran derxînim, ji ber ku taybetmendî û fikrên min tê de ne.”

Di aliyê dîrokî de, xencerên ku di serdemên Îslamî de hatine çêkirin bi xweşikbûna destik û neqişên xwe û rastbûna kêra xwe tên naskirin.

Apê Ebû Aşûr di dawiya axaftina xwe de serbilindiya xwe bi têkiliyên gel di nava sûka Ezra de nîşan da û got: “Li vir hezkirin û biratî heye û tu cudayî di navbera pêkhateyan de tune ye.” Nîşaneya wê yekê jî ew e ku tevî Ebû Aşûr esil Aşûrî ye jî, lê belê xweş bi zimanê Kurdî diaxive.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XG5FDJfW3Eo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>