'Li dijî êrişên dagirkeriyê û derewên hikumeta Sûriyê em ê bibin mertal’

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin "Li dijî gefên artêşa Tirk û êrişên wê yên li ser herêmê em ê bibin mertalên zindî." Şêniyan bang kir ku nekevin bin bandora lîstikên hikumeta Sûriyê.

'Li dijî êrişên dagirkeriyê û derewên hikumeta Sûriyê em ê bibin mertal’
14 îlon, 2020   06:19
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc. Artêşa Tirk gefan li rêya navneteweyî ya M4`ê ya gundewarên Til Temirê dixwe û jiyana sivîlan dixe xetereyê. Di heman demê de hikumeta Sûriyê bi rêya ajanên xwe hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe.

Dewleta Tirk a dagirker a ku di 17'ê Cotmeha 2019'an de bi Amerîkayê re û di 22'yê Cotmeha heman salê de bi Rûsyayê re peymana rawestandina êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmze kir, êrişên xwe ranewestandine û gefan li herêmên din dixwe.

Der barê vê de, şêniyê bi navê Ayid Xelîl Mihmed ê ji navçeya Tirbespiyê got gefên dewleta Tirk ne nû ne û jî ya dawî ye, armanca dewleta Tirk herêmê dîsa dagir bike, ji ber vê li gorî peyma li hevkirinan tev nagere.

Ayil Xelîl Mihemed diyar kir ku gelê herêmê palpişta QSD`ê ne û wiha axaftina xwe dewam kir: "Em ê dev ji xak û herêmên xwe bernedin, ji bo parastina wan em ê tiştên herî giranbuha bikin qurbanî. Heke careke din artêşa Tirk herêmê dagir bike em ê herêmê jê re bikin goristan."

Di heman çarçoveyê de hikumeta Sûriyê hewl dide fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxe, mînaka wê jî bûyera di demên dawîn de li Dêrazorê rû da. Têkildarî bûyerê hêzên ewlekariyê yên li Hesekê û Minbicê çend kesên alîgirên hikumeta Sûriyê ne ku şêxên eşîran dikin armanc, girtin.

Ednan Mihmed Berho yê ji pêkhateya Ereb ê ji navçeya Çilaxa destnîşan kir ku hikumeta Sûriyê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê bê deng ma û bi rêya ajanên xwe hewldana derxistina fitneyên di navbera gelê herêmê de dike.

Berho bang li şêniyan kir bi îdîayên derew ên ku hikumeta Sûriyê belav dike nayên xapandin û got: "Nûçeyên dezgehên çapemeniyê ku dibêjin hêzên dewleat Tirk amadekariyên êrişan li dijî herêma Til Temirê dikin piştrast dike ku hikumeta Sûriyê şirîka artêşa Tirk a dagirker e û dixwaze vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne.”

Ednan Mihmed Berho di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke careke din artêşa Tirk êriş bike, dê şêniyên herêmê û eşîran li dijî wê mertalekî xurt in.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LqSMclwMzG4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>