Hewldana revê ya çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Hesekê çawa pêk hat?

20 DAIŞ’iyên ku hewl dabû ji girtîgeha Sînaa ya Hesekê birevin, ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin. Derkete holê ku DAIŞ’iyan ji bo ku tunelê bikolin hesinên textên razanê bi kar anîne.

Hewldana revê ya çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Hesekê çawa pêk hat?
14 îlon, 2020   06:51
NAVENDA NÛEÇYAN

Hewldana revîna çeteyên DAIŞ’ê yên li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi destwerdana hêzên ewlehiyê hatibû astengkirin.

Hewldana revînê ya ji Girtîgeha Sînaayê ku bi hezaran endamên çeteyên DAIŞ’ê lê girtî ne, piştî ku hêzên ewlehiyê pê hesiyan, hate astengkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, 20 çeteyên DAIŞ’ê li qawîşên ku lê diman tuneleke bi dirêjahiya 20 metre û bi kûrahiya 4 metre kolandibû û xwestibû ku birevin. Hêzên ewlehiyê ku beriya du rojan pê derxist ku çete hewl didin birevin, bûyer şopand û 9’ê Îlonê çeteyan hewl dan birevin.

Diyar bû ku di navbeyna hêzên ewlehiyê de ku destwerdan li hewldana revê kir û endamên çeteyên DAIŞ’ê de tevliheviyeke demkurt çêbûye lê piştî demekê hêzên ewlehiyê kontrol kirine dest xist û DAIŞ’yên ku hewl dan ku birevin, hatine girtin. Diyar bû ku çeteyên DAIŞ’ê hesinên textên razanê ên li qawîşan jê kirin û axa ku ji tunelê derxistine kirine kîsên ku ji betaniyên xwe çêkirin û wiha veşartine.

Çeteyên DAIŞ’î beriya niha jî hewl dabû ku ji Girtîgeha Sînaayê ya Hesekê û girtîgehên li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birevin, lê bi destwerdana QSD’ê û hêzên ewlehiyê ev hewldan hatibûn têkbirin.

Herî dawî bi êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehan hewl dabû birevin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g9mUUXSw8A4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>