‘Yekitiya Kurd rêya yekane ye derxistina dagirkeran e’

Hunermend, endamên Meclisa kantona Efrîn û partiyên siyasî banga xebata ji bo yekitiya Kurd kir û gotin: "Yekitiya Kurd rêya yekane ya derxistina dagirkiran e.''

‘Yekitiya Kurd rêya yekane ye derxistina dagirkeran e’
14 îlon, 2020   05:14
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Bi berdewama hewldanên aliyên siyasî ya yekitiya Kurd re bangên gel û civakê ji bo lezkirina pêkanîna vê armancê bilind dibin.

Hunermend Niyazî Seydo li ser girîngiya yekitiya Kurd, destnîşan kir ku yekitiya Kurd girîngiyek e, lê mixabin hin partî hene vê girîngiyê nizanin.

'KESAYETÊN LI PÊŞBERÎ YEKITIYA KURD KELEM IN, DIJMINÊN KURDISTANÊ NE'

Seydo, kesayetên hewldanên pêkanîna yekitiya Kurd asteng dikin bi dijminên Kurdistanê bi nav kir û got: "Ji bre ku ji bo berjewendiyên xwe yên takakesî dixebitin. Gelek partî tenê bi awayekî teorî ya xapînok ji bo Kurdistanê dixebitin. Pêdiviya welat bi yekitiya nîştimanî heye. Lê belê hin aliyî hene girêdayî derve ne û li dijî yekitiya kurdî dixebitin. Ji ber yekitî mala Kurd e. Ji lew re gelek keyaset bi mebesta ku vê malê hildiweşînin tevdigerin."

Seydo bang li gelê Kurd kir ku partiyên ku zirarê didin yekitiya Kurd muhasbe bikin got, û yekitiya Kurd rêya yekane ya derxistina dagirkeran e.

SEDEMÊN DERENGMAYÎNA YEKITIYA KURD!

Der barê sedemên derengmayîna hewldanên yekitiya hêzên siyasî de, Niyazî Seydo wiha bi lêv kir: "Cara yekê ye ku partiyên siyasî ji bo yekitiya Kurd li hev civîn. Lê bi rastî heke em dijminê rastîn ê kurdan nas nekin, em ê nikaribin yekitiyê ava bikin. Ji ber dê bi keda tevahî partiyên siyasî û vîna gelê Kurd yekitiya mala Kurd çêbe."

Ji aliyekî din ve jî endama Meclisa Kantona Efrînê Sureya Mistefa destnîşan kir ku yekitiya Kurd ji bo gelê Kurd di vê demên hesas û nazik de, pir girîng e.

Sureya Mistefa bal kişand ser ku mafên her neteweyekê ye ku çand û zimanê xwe bi kar bîne. Li ser vê bingehê divê hewldana yekitiya nîştimanî û siyaseta dijmin a bi hedefa jevkirina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û qirkirina çandî, baş bê zanîn.

Sureya Mistefa diyar kir ku Kurd di dîrokê de her tim di êrişên hovane yên bi hedefa qirkirinê re derbas bûne.

DIVÊ HÊZÊN SIYASÎ BERJEWENDIYÊN PARTÎTÎ BIDIN ALIYEKÎ

Sureya Mistefa destnîşan kir ku divê gel bi berpirsiyariya xwe rabe û hevgirtina yekitiya nîştimanî ava bike.

Sureya Mistefa bang li tevahî aliyên siyasî kir ku berjewendiyên xwe yên partîtî di vê demên hesas de bidin aliyekî, ji ber pêdiviya gel bi yekitiya nîştimanî heye.

Sureya Mistefa wiha bi dawî kir: "Dijmin dixwaze nexşeyeke nû li Rojhilata Navîn xêz bike. Divê em jî wek gelê Kurd bi çand û vîna xwe li hember tevahî planên dijmin ên bi hedefa qirkirina Kurd bisekin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OXgguKAusS4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>