ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-09-2020`AN
13 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), panela duyemîn li xwaringeha Teyfûr a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00.

-Rêxistinên jinan ên navçeya Tirbespiyê têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyê dide, saet 10:00'an.

-20 DAIŞ’iyên ku hewl dabûn ji Girtîgeha Sînaayê ya Hesekê birevin ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin. Derkete holê ku DAIŞ’iyan ji bo ku tunelê bikolin hesinên ranzeyan bi kar anîne(BI WÊNE Û DÎMEN)..

- Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: "Li dijî gefên artêşa Tirk û êrişên wê yên li ser herêmê em bibin mertalekî zindî." Şêniyan bang li her kesî kirin ku nekevin bin bandora lîstokên hikumeta Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermend, endamên Meclisa kantona Efrîn û partiyên siyasî banga xebata ji bo yekitiya Kurd kir û gotin: "Yekitiya Kurd rêya yekane ya derxistina dagirkiran e.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temirê diyar kirin ku dewleta Tirk bi piştgiriya hikumeta Sûriyê propagandaya derxistina tevliheviyê li herêmê belav dike. Şêniyan gotin ew ê li hemberî aliyên ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin, bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên saziyên civaka sivîl tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin û bang li rêxistina CPT`ê kirin ku li hemberî kiryarên li dijî girtiyên li girtîgeha Îmraliyê, bi erkên xwe rabe û hesabê ji dewleta Tirk bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Ekrem Hiso diyar kir ku hikumeta Sûriyê ji bo destpotiya xwe bidomîne diyalogên hundirîn asteng dike. Hiso destnîşan kir ku beşdariya Kurd di xebateke siyasî de nayê wateya parçekirina xaka Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî bajarê Kobanê ku bûye sembola berxwedana cîhanê di sedsala 21`emîn de, dikeve sala xwe ya 6`an. Hemwextî wê yekê Tirkiyê û komên çete yên bi ser ve li pêş çavên civaka navneteweyî, gefên xwe li ser bajarê berxwedanê nû dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Tevî rewşa bihabûnê û dorpêça li ser herêmê jî, jinên Efrînî yên li kampên kantona Şehbayê dimîninn li gorî derfetên xwe û bi ruhekî komînal, dest bi amadekirina mûna zivistanê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Endamê Komîteya Qanûnsaz û berpirsê Komîteya Kar û Barên Penaberan a Parlamantoya Lîbyayê got: "Pêwîstiya rewşa Lîbyayê bi çareseriyeke bingehîn heye, ji ber ku çareyên hatine lihevanîn dê rewşê xerabtir bikin."

ÇAND Û HUNER

- Çirûskên agir ku ji dikana axî Ebû Aşûr derdikevin, bala xelkê li sûka Ezra ya li navrasta sûka bajarê Qamişlo dikişîne. Ebû Aşûr bi pîşeya xwe mîrasê bav û kalan diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA