​​​​​​​ ‘Hikumeta Sûriyê ji bo destpotiya xwe bidomîne diyalogan asteng dike’

Siyasetmedar Ekrem Hiso diyar kir ku hikumeta Sûriyê ji bo destpotiya xwe bidomîne diyalogên hundirîn asteng dike. Hiso destnîşan kir ku beşdariya Kurd di xebateke siyasî de nayê wateya parçekirina xaka Sûriyê.

​​​​​​​ ‘Hikumeta Sûriyê ji bo destpotiya xwe bidomîne diyalogan asteng dike’
14 îlon, 2020   01:26
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Zêdetirî 9 salin li ser aloziya Sûriyê derbas bûn û tu nîşaneyên çareserkirinê tune ne. Sedema vê yekê ew e ku hikumeta Sûriyê û opozîsyon siyaseta înkarkirina mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne û wan ji tevahî kongre û civînên der barê aloziya Sûriyê de, dûr dixin.

Pêdiviya Sûriyê bi diyaloga sûrî-sûrî heye ku tevahî etnîkên wê di xebatên siyasî de bihewîne. Da ku bigihîne mîsaqeke nîştimanî ku ji tevahî sûriyan re bibe lêvegereke.

Nakokî û şerên li ser erdê pêk tên ne bi sedema cihêrengî, pirrengiya siyasî, olî, mezhebî û îdolojî ne, lê belê bi sedema xwenrgihandina çanda siyasî ya diyalogê ye ya ku hev qebûl bikin.

Hêzên siyasî yên demokratîk ên rastîn li Sûriyê dibêjin ku çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga hundirîn û tevlêbûna tevahî çînên civakê e, pêkan e.

Girêdayî mijarê, siyasetmedar û hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Cizîrê Ekrem Hiso wiha got: "Pêşniyara Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a lidarxistina panelên diyalogê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngaveke erênî ye. Da ku bibe hîma diyaloga sûrî-sûrî ya giştî."

Hiso destnîşan kir ku armanc ji diyaloga kurdî-kurdî daneheva mala Kurd e û gihandina vê peyamê ye ku beşdariya Kurd di çi xebateke siyasî de nayê wateya parçekirina xaka Sûriyê, lê belê piştevaniya xaka Sûriyê ye.

Hiso bal kişand ser ku divê MSD’ê deriyê diyalogê ya erebî-erebî, suryanî-suryanî veke, da ku fikra diyaloga sûrî-sûrî dewlemendtir bike. Bi wê re jî ber bi diyaloga giştî ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê ji bo tevahî Sûriyê ye.

Hiso wiha domand: "Divê hikumeta Sûriyê baş bizane ku Sûriyê venagere beriya 2011’an, ji lew re divê deriyê Şamê ji tevahî sûriyan re veke. MSD’ê ji dema hatiye damezrandin ve bi hemû rêbazan hewl dide ku ji bo avakirina Sûriyê ji tevahî sûriyan re û sepandina nîştimanî ya pêkhaeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku parçeyek ji mûzayika Sûriyê, lê deriyê Şamê dide."

 ‘ARMANCA REJÎMA SÛRIYÊ ASTENGKIRINA DIYALOGÊN HUNDIRÎN E’

Ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve, hikumeta Sûriyê mîna dewleta Tirk a dagirker û opozîsyona Sûriyê di metoda xwe ya destpotî û çewsîner a ku xwe dispêre înkara hebûna pirrengiya çandan de, berdewam e û bi tevahî rêbazan hewl dide hewldanên MSD’ê yên lidarxistina diyaloga sûrî-sûrî têk bibe.

Hiso da zanîn ku armanca hikumeta Sûriyê astengkirina rêveçûn û diyalogan e ji bo metoda xwe ya ewlehî û destpotiyê bidome û wiha pê de çû: "Piştî 6 salan ji temenê Rêveberiya Xweser û pêşdeçûna wê di tevahî merhele û aliyên aborî, civakî û çandî de, hikumeta Sûriyê astengiya li pêş pêşdeçûna aliyê siyasî derdixe. Her wiha dewleta Tirk, Îran, Itîlafa Sûriyê û Rûsyayê jî li pêşberî xebata siyasî dibin asteng. Ji ber Rêveberiya Xweser li gorî bendên hevpeymana civakî dibe MozaîkaS tevna Sûriyê."

Siyasetmedar Ekrem Hiso di dawiyê de ji MSD’ê hêvî kir ku di lidarxistina panel û xebatên ji bo eşkerekirina tevahî fikr û aliyên nenas de bidome.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q32wfqIy5f0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>