Dan û standinên Bûzenîqa: Hêviyên wendayî yên yekkirina gelê Lîbyayê

Endamê Komîteya Qanûnsaz û berpirsê Komîteya Kar û Barên Penaberan a Parlamantoya Lîbyayê got: "Pêwîstiya rewşa Lîbyayê bi çareseriyeke bingehîn heye, ji ber ku çareyên hatine lihevanîn dê rewşê xerabtir bikin."

Dan û standinên Bûzenîqa: Hêviyên wendayî yên yekkirina gelê Lîbyayê
14 îlon, 2020   04:11
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Her du aliyên Lîbyayî roja pêncşemê dan û standinên parlamanê yên li bajarê Bûzenîqa yê başûrê paytexta Mexribê Rîbatê, bi dawî  kirin. Li gorî daxuyaniyê dawî ya civînê her du alî gihîştin "lihevkirineke giştî ji bo yekkirina pîvan û mekanîzmeyên girtina peywirên desthilatê."

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, nakokiyên têkildarî peywirên desthilatê girêdayî erkdarkirina rêveberê banka navendî ya Lîbyayê, serokê saziya niştîmanî ya petrolê û fermandarê hêzên çekdar in. Şandeyeke ku nûnertiya hikumeta Wîfaq dike ku navenda wê li Terablusê ye û şandeyeke ku nûnertiya desthilata li rojhilatê welêt dike, beşdarî dan û standinan bûn.

Her du aliyan li ser berdewamkirina diyalogê û hevdîtinan di hefteya dawîn a meha Îlonê de ji bo dewamkirina tedbîrên pêwîst ji bo pêkanîn û aktîvkirina vê lihevkirinê, li hev kir.

Her wiha bang li NY`yî û civaka navneteweyî kirin ku piştgiriya kedên welatê Mexribê yên ji bo peydakirin mercên pêwîst ên gihîştina çareseriyeke siyasî ya giştî li Lîbyayê, bike.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat kirin ku rewşa li welat di hemû aliyan de êdî "pir xeternak e û ji ber destwerdanên neyinî yên derve ku şer gur dikin gefan li ewlehiya dewletê û yekitiya xak û serweriya wê dixwe."

Her şandeyek ji 5 parlamanterên Meclisa Bilind a dewleta Lîbyayê û Parlamantoya Tebruqê ku piştgiriya Xelîfe Hefter dike, pêk dihat.

Tevî ku gihîştin vê lihevkirinê jî, lê belê encamên lihevkirinê ne li gorî dilê gelê Lîbyayê ne. Welatiyan piştrast kirin ku ev lihevkirin ji lihevkirinên berê ne cuda ye, her wiha li gel parçebûnên mezin yên di navbera hêzên Lîbyayê de nûnertiya hemû welatiyên Lîbyayê nake.

Endamê Komîteya Qanûnsaz û berpirsê Komîteya Kar û Barên Penaberan a Parlamantoya Lîbyayê Salih Efhîme wiha got: "Dan û standinên Bûzenîqa dê binkeftineke nû li lîsteya binkeftinên însiyatîfên berê zêde bike. Ji ber ku ne ji zanabûnê ye ku heman gava bavêje û li benda encameke cuda be."

Efhîme ji ANHA`yê re wiha domand: "Dema ku dibêjin civînên Bûzenîqa di çarçoveya lihevkirina siyasî de û li gorî madeya 15`an pêk tên, li ser wan ferz dibe ku beşê 1 û 2 ên vê madeyê pêk bînin. Yê ku li beşê 2`an ê madeyê binêre, fêm dike ku ne pêkane ev şert li gel parçebûna parlamanê pêk bê. Şert ew e ku sê ji yek ji endamên parlamantoyê li ser kesên ji bo peywirên di beşê 1`ê yê madeyê de hatine hilbijartin, erê bikin."

Salih Efhîme destnîşan kir ku destwerdanên Rûsya û Amerîkayê ne nû ne û got: "Heke em wekî gelê Lîbyayê bi hemû aliyên xwe yên siyasî li hev necivîn û me nakokiyên xwe bi awayekî demokratîk çareser nekirin, dê ev destwerdan dewam bikin. Demokratîkbûna rasteqîn ku piştî hilbijartinên dawîn encamên wê di 2014`an de hatin redkirin, bû sedema rewşa ku em îro welat tê re derbas dibe."

Endamê Komîteya Qanûnsaz û berpirsê Komîteya Kar û Barên Penaberan a Parlamantoya Lîbyayê Salih Efhîme wiha piştrast kir: "Pêwîstiya rewşa Lîbyayê bi çareseriyeke bingehîn heye, ji ber ku çareyên hatine lihevanîn dê rewşê xerabtir bikin. Divê çareseriyeke ewlehî ku tê de mekanîzmeya komkirina çekan û qedexekirina bikaranîna çekan ji derveyî rewatiya cîhazên dewletê bê diyarkirin, çêbibe da ku piştre çareseriya siyasî pêk bê."

(cx)

ANHA