Piştevana DAIŞ`ê gefan li sembola berxwedana cîhanê dixwe- 3

Êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî bajarê Kobanê ku bûye sembola berxwedana cîhanê di sedsala 21`emîn de, dikeve sala xwe ya 6`an. Hemwextî wê yekê Tirkiyê û komên çete yên bi ser ve li pêş çavên civaka navneteweyî, gefên xwe li ser bajarê berxwedanê nû dike.

Piştevana DAIŞ`ê gefan li sembola berxwedana cîhanê dixwe- 3
13 îlon, 2020   23:41
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ

Cejnga Kobanê di berxwedana li dijî terora cîhanê û tunekirina terorê li Sûriyê de guhertineke dîrokî bû. Qada navneteweyî jî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ya ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirt de, li kêleka berxwedêran sekinî.

Piştî serkeftina mezin li dijî DAIŞ`ê, Tirkiyê hewl da ku tola çeteyên xwe rake û li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şer ragihand û gefên nû li bajarê Kobanê dixwe. Her wiha bi hezaran terorîst li Sûriyê, Lîbya û hin dewletên Afrîka û Ewropayê belav kir.

Di destpêka Cotmeha 2014`an de piştî ku di çend rojan de çeteyên DAIŞ`ê 300 gund dagir kirin. Di encamê de pêleke mezin a koçberiyê li herêmê dest pê kir, çete nêzî tixûbên bajarê Kobanê bûn. Nêzî 300 hezar sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn koçberî bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê bûn û da ku pêşî li derbasbûna terorîstan ji taxên bajêr re bigirin, mertalekî zindî ava kirin. Di heman demê de  bi sedan ciwan û  kalemêr di bajêr de man da ku beşdarî şerê çarenûsî yê li dijî çeteyên ku bi hemû cureyên çekên giran û navîn êriş dikirin, bibin.

Berxwedan tekane vebijêrka şervanan bû ku di 2 taxên dawîn ên bajarê de mabûn, da ku bi çekên xwe yên sivik bajarê xwe biparêzin û bersiva êrişên çeteyan bidin. Şervanan heta 21 rojan nehişt ku çeteyên DAIŞ`ê di taxên bajêr de bimînin. Piştî 21 rojan balafirên Koalîsyona Navneteweyî gihiştin, cihên çeteyan bombebaran kirin û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) karîbûn di hundir bajêr de pêşve çûn û gelek tax rizgar kirin.

Cîgirê berê yê serokatiya Meclisa Rêveber a kantona Kobanê û yek ji rêveberên ku di şer de li bajarê Kobanê mabûn Xalid Berkel dibêje: "Kobanê, ruh û cewherê rasteqîn ê mirovahiyê ji nû ve vejand. Gelek şoreşgerên ji seranserên cîhanê tev li berxwedanê bûn da ku hêzên tarî yên li herêmê tune bikin."

Xalid Berkel wiha domand: "Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê li bajaran rabûn serhildanê û li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê mertalên zindî ava kirin da ku terorîst derbasî bajêr nebin. Her wiha şervanên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Kobanê da ku tev li parastina bajêr bibin. Berxwedana Kobanê sînorên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de rakir."

1`ê Mijdara 2014`an wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re hat pejrandin. Balafirgeh, piraniya cihên giştî li bajarên Ewropayê,  avahiyên NY`yî û rêxistinên mafên mirovan bi çalakvanên piştgiriya berxwedana Kobanê û parêzvanên bajêr dikin, hatin dagirtin. Çalakvanan dirûşmeyên li dijî hikumeta Tirk ku bi awayekî yekser piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê di şerên li bajêr de dikir, berz dikirin.

Xalid Berkel bang li civaka navneteweyî û nexasim Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayî kir ku xeterî û gefên Tirkiyê yên nû li ser Kobanê bibînin.

Her wiha destnîşan kir ku projeya demokratîk a pirrengî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di Şoreşa Rojava de ji Kobanê dest pê kir, ji Tirkiyê re bûye kabûsek.

Dewleta Tirk gefên xwe li dijî bajarê Kobanê ku zêdetirî 93 dewletên cîhanê piştgiriya berxwedana wê li dijî DAIŞ`ê kir, ranawestîne. Tirkiyê şêniyên herêmê ku xaka xwe diparêzin wekî "terorîst" dibîne. Rizgarkirina bajarê Kobanê di Çileya 2015`an de têkçûna destpêkê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû, ku wê demê piştgiriya xwe yekser ji Tirkiyê digirt.

(cx)

ANHA