​​​​​​​Jinên Efrînî mûna zivistanê amade dikin

Tevî rewşa bihabûnê û dorpêça li ser herêmê jî, jinên Efrînî yên li kampên kantona Şehbayê dimîninn li gorî derfetên xwe û bi ruhekî komînal, dest bi amadekirina mûna zivistanê kirin.

​​​​​​​Jinên Efrînî mûna zivistanê amade dikin
​​​​​​​Jinên Efrînî mûna zivistanê amade dikin
​​​​​​​Jinên Efrînî mûna zivistanê amade dikin
​​​​​​​Jinên Efrînî mûna zivistanê amade dikin
​​​​​​​Jinên Efrînî mûna zivistanê amade dikin
​​​​​​​Jinên Efrînî mûna zivistanê amade dikin
​​​​​​​Jinên Efrînî mûna zivistanê amade dikin
14 îlon, 2020   02:54
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Wekî her sal tevî hemû şert û mercan jî, mûna zivistanê tê amadekirin. Mûnê yek ji madeyên xwarinê yên sereke yên malbatan ji bo demsala zivistanê û hemû demsalan e.

Amadekirina mûnê adeteke kev e, bi pêşketina amûran û bazirganiyê re jî pir kes mûnê ji sûkan dikirin. Lê belê gelek jin hîna jî mûnê bi xwe amade dikin.

Jin di van rojan de dest bi çêkirina mûnê dikin. Piraniya wan di malekê de kom dibin û bi hev re dibin alîkar.

Jinên Efrînî yên li kampên kantona Şehbayê jî dest bi çêkirina mûna salê kirine. Jin zebzeyên havînê hişk dikin û leçer û hemû pêdiviyên malê ji madeyên xwarinê amade dikin.

Li gorî derfetên her malekê, hinek jin sebzeyên havînê hişk dikin, hinek leçer, mekdûs û miloxiyê çêdikin, hinek jî dimisê îsot û firingan û mastê kemandî çêdikin.

MÛNÊ TENÊ LI GORÎ PÊWÎSTIYÊ TÊ ÇÊKIRIN

Ji ber rewşa bihabûnê û dorpêça li ser herêmê tevî êrişên dem dem pêk tên, piraniya jinan li gorî pêwîstiya malbatên xwe mûnê amade dikin. Çêkirina mûnê ji berê kêmtir bûye.

Dayika bi navê Şekîre Hemze ya li kampa Berxwedanê dimîne, wiha dibêje: "Tevî rewşa me ya madî ya teng jî, min dimisê îsotan çêkir. Min îsot hişk kirin, hur kirin û di qatremîzan de danî da ku em zivistanê jê bixwin. Min miloxiya kesk jî hişk kir. Rewşa me niha ne wekî rewşa me li Efrînê ye. Me li Efrînê ji hemû cureyên madeyan dikirî û mûna zivistanê çêdikir."

Dayika Rebîe Xeyir jî got: "Îsal tenê min mekdûs, dimisê îsotan û miloxiyê çêkir."

Rebîe wiha domand: "Li Efrînê me bizin xwedî dikir û mast û penêr peyda dibû. Niha em ji warê xwe  koçber bûne, ji ber wê em mûnê li gorî pêwîstiya xwe û bi miqdarên kêm çêdikin."

Dayika navborî bi bîr xist ku çanda çêkirina mûnê û peydakirina pêdiviyên malê ji dayikên nifişekî derbasî nifişekî din bû û got: "Dema ez biçûk bûm, ez ji dayika xwe fêrî çêkirina mûnê bûm."

Dayika bi navê Hewa Mihemed jî got: "Rewş li vir pir cuda ye, ji ber ku li Efrînê her tişt dihat peydakirin. Me leçer, sebze, dimis û hemû cureynê mûnê çêdikir. Dagirkeriya Tirk her tişt xerab kir. Lê tevî hemû merca jî em bi cîranên xwe re dibin alîkar û me leçerê kundira, mastê kemandî û dimisê îsotan çêkir."

(cx)

ANHA