Li Kobanê jî saziya mezexêran hat vekirin

Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya plansaziya xwe ji bo vekirina 25 navendên firortinê li bajarên mezin ên Rêveberiya Xweser de, Saziya Newroz a Mezêxeran li bajarê Kobanê vekir.

Li Kobanê jî saziya mezexêran hat vekirin
Li Kobanê jî saziya mezexêran hat vekirin
Li Kobanê jî saziya mezexêran hat vekirin
13 îlon, 2020   12:53
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser bi vekirina van saziyan hewl dide bandora krîza aborî ku Sûriyê tê re derbas dibe, li ser şêniyan sivik bike.

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Firatê Xelîl Şêx deriyê saziyê vekir û vekirina saziyê li şêniyên Kobanê pîroz kir. Her wiha hêvî kir ku ev sazî ji şêniyan re bibe alîkar.

Şêx got: “Rêveberiya Xweser ji bo ku piştgiriya şêniyên Kobanê bike, ev sazî vekir. Ev pêngav jî baş e. Sazî dê rolek bingehîn di sivikkirina krîza aborî de bilîze. Ji ber ku buhayên kel û pel li saziyan ji sûkan kêmtir e.”

Buhayên li tevahiya saziyên mezexêran yên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine vekirin hemû yek e. Buhayên kel û pelan ji hêla Desteya Zimhêrê ve rojane tên diyarkirin.

Di heman çarçoveyê de, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê di 6`ê Îlonê de saziyeke mezêxeran li bajêr vekiribû.

(şx)

ANHA