Di navbera ‘Feyleqa Pêncemîn’ û êlên Ereb de şer zêde dibe

Li parêzgeha Derayê di navbera çekdarên ‘Feyleqa Pêncemîn’ ku Rûsya piştevaniya wê dike û çekdarên êlên Ereb de şer derket.  

Di navbera ‘Feyleqa Pêncemîn’ û êlên Ereb de şer zêde dibe
13 îlon, 2020   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê diyar kir ku di navbera çekdarên ‘Feyleqa Pêncemîn’ ku Rûsya piştevaniya wê dike û çekdarên êlên Ereb de li bajarokê El-Sor ê gundewarên rojhilatê Derayê şer derket. Di encama şer de du çekdarên Feyleqa Pêncemîn hatin kuştin.

Hejmara êriş, hewldanên kuştinê bi rêbazên bombe, mayin û erebeyên bombebarkirî û gulebaranan ku di Hezîrana derbasbûyî û heta roja me ya îro ji aliyê şaneyên çekdarî ve pêk hatine, gihaştiye zêdetirî 663 caran.

(oh)