Hêzên hikumeta Sûriyê çiyayê Zawiyê topbaran kir

Hêzên hikumeta Sûriyê ji vê sibê ve zêdetirî 350 moşek û top avêtin bajarok û gundên çiyayê Zawiyê.

Hêzên hikumeta Sûriyê çiyayê Zawiyê topbaran kir
13 îlon, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji vê sibê ve hêzên hikumeta Sûriyê zêdetirî 350 top û moşek avêtin bajarokên li çiyayê Zawiyê yên Fitêra, Kefer Uwêd, Sifohin, Kensefra, Bara, Şenan, Filêfil, Bênîn û hin deverên din ên li herêmê. Heta niha agahiyên der barê windahiyan de tune ne.

Beriya niha jî hêzên hikumetê bi moşekan 5 bajarên li gundewarên başûrê Idlibê, herêmên din ên li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin û çeteyên dewleta Tirk jî nuqteyên hêzên hikumetê yên li gundewarên Idlibê kirin armanc.

(eh)