​​​​​​​Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Em biryarên bêyî îradeya gelê Şengalê qebûl nakin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî nîqaşên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yêm li ser Şengalê daxuyaniyek da û ragihand ku wan berdêlên giran dane, lewra tu biryarên li ser Şengalê bêyî nêrîna gelê Şengalê qebûl nakin.

​​​​​​​Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Em biryarên bêyî îradeya gelê Şengalê qebûl nakin
13 îlon, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev demek e di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser mijarê ewlekarî û rêveberiya Şengalê nîqaş tên kirin û bêyî ku nêrîna gelê Şengalê esas bigirin, dixwazin guhartinê li Şengalê çêkin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha tê gotin Berfirehiya daxuyaniya MXDŞ’Ê ê wiha ye:

“Weke tê zanîn bi armanca tinekirin û nehêlana civaka Êzidî di bin sîwan û desthelatên cuda de siyaseta qirkirin û tinekirinê li vê civakê pêkhatiye. Herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an de bi armanca jenosîdê pêkanînê piştî radestkirina Şengalê ji aliyê PDK’ê ve û xwedîderneketina hikumeta Iraqê, DAIŞ’ê komkujî li ser gelê me pêkanî. Lê armanca ku dijmin danî pêşiya xwe pêk nehat û ev rewş berevajî çêbû. Civaka Êzidî xwe kir hêz,  îrade û berxwedanî kir. Her wiha bedelêm mezin dan û pêşiya dijmin girt.

Berî sala 2014’an îrade û siyaseta partiyên siyasî li ser Êzdiyan dihat ferz kirin, lê îro ev derbas bû, ne civak civaka berêye û ne dem dema berê ye.

Wake rêveberiya xweser a Şingalê em rewşa giştî dişopînin. Di nav de pêşketinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser deverên bi nakok ku Madeya 140 jêre tê gotin, nîqaş tên kirin, lê ev nîqaş çi dibe, li ku dibe çareserî ji bo Şengalê biryar û proje bêyî ku nêrînê Êzidiyan werin esasgirtin wê siyaseta ferzkirinê encam negire. Ji bo wê em jî vê rewşa heyî dibînin û ji nêz de dişopînin nîqaş dikin. Em dixwazin bigihîn qenaetekê Ku berjewendiyê civaka me li kuderêne û nakokiyê kê li ser van devera hene. Em ji bo berjewendiyê civakê werin parastin û garantî û statûya Şengalê mayin de bibin, dixwazin bigehin nêrîneke hevbeş ku têde îrade û hebûna civaka me bi azadane were îfadekirin.

Yan jî na wê biryar û lihevhatinên derveyî nêrînê me, weko Êzidî li derveyî îrade vê civaka berxwedêr bikevin û bê encam bimînin û pratîk nebe .

Herî dawî, em dibejin bi kurtasî ti guhertin û guftûgoyên em têde nebin, em ê qebûl nekin. Em ji ser van madeyan nîqaş pêş dixin û nîqaşa me li ser berjewendiya vî gelî ye. Ji bo ku guftûgo bigihîn encamê divê em weke aliyek bingehîn werin girtina dest û nas kirin. Ji derveyî vê wê tu nîqaş û danûstandin neyê qebûlkirin. Wê ev bi me re were çareser kirin.”