ꞌBi şehadeta xwe hevgirtin û biratiya gelan mîsoger kirꞌ

Cenazeyê şehîd Abdullah Elêyan li Goristana Şehîd Rûstem Cudî ya li gundê Berkevirê hate veşartin. Beşdarên merasîma oxirkirinê diyar kirin ku şehîd felsefeya rêber Abdullah Ocalan a hevgirtin û biratiya gelên herêmê pêk anî.

ꞌBi şehadeta xwe hevgirtin û biratiya gelan mîsoger kirꞌ
ꞌBi şehadeta xwe hevgirtin û biratiya gelan mîsoger kirꞌ
ꞌBi şehadeta xwe hevgirtin û biratiya gelan mîsoger kirꞌ
ꞌBi şehadeta xwe hevgirtin û biratiya gelan mîsoger kirꞌ
ꞌBi şehadeta xwe hevgirtin û biratiya gelan mîsoger kirꞌ
ꞌBi şehadeta xwe hevgirtin û biratiya gelan mîsoger kirꞌ
ꞌBi şehadeta xwe hevgirtin û biratiya gelan mîsoger kirꞌ
13 îlon, 2020   11:19
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şehîd Abdullah Elêyan (Aram Hesekê) şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan girt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cudî ve ketin rê.

Salim Salim bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got şehîd rêberên manewî ne û rêya gelan ronî dikin.

Her wiha fermanderê QSD`ê Umran Orkêş jî axivî û îşaret bi rola şehîd di rizgarkirina xaka dagirkirî, mîsogeriya aramî û ewlehiyê de kir û got: "Şehîd Elêyan felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi cih anî û hevgirtin û biratiya gelan pêk anî."

Bavê şehîd Ekrem Elêyan hêviya aramiyê ji tevahiya Sûriyê re xwest.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nisrîn Maimê wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6IkzsnntF3Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>