Dewleta Tirk keştiya ‘Oruç Reîs’ ji Deryaya Spî kişand

Berdevkê hikumeta Yewnanistanê Stelios Petsas diyar kir ku keştiya vekolînkirina gaza xwezayî ya dewleta Tirk duh ji Deryaya Spî derket û vegeriya keştîgeha Antalyayê ya Tirkiyê.

Dewleta Tirk keştiya ‘Oruç Reîs’ ji Deryaya Spî kişand
13 îlon, 2020   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Petsas ji Sky Newsê re ragihand ku paşdekişandina keştiya Oruç Reîs, nîşaneyeke pozîtîf e.  

Piştî arîşeyeke demdirêj di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de ku hişt Yekitiya Ewropayê û di serî de Fransa destwerdana aloziyê bikin û gefan li dewleta Tirk bixwin, dewleta Tirk keştiya xwe ji Deryaya Spî vekişand.

(oh)