‘Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e’

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Azadiya Serok azadiya gelên Rojhilata Navîn e” berz kirin.

‘Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e’
‘Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e’
‘Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e’
13 îlon, 2020   11:11
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî (HPC) îro meşek li navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê organîze kir. Pêkhateyên navçeyê ji Kurd, Ereb, Suryan û êzidî bi girseyî tev li meşê bûn û tecrîda giran a ku li dijî rêber Abdullah Ocalan ji 2015`an ve hatiye ferzkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Meş ji ber navenda Kongreya Star a li navçeyê dest pê kir û li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi dawî bû. Şêniyan sloganên “Bê Serok jiyan nabe” û “Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e” berz kirin û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Kurdistanê bi taybet herêma Heftanîn li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin û piştrast kirin ku Erdogan terorê li djiî gelê Kurd dimeşîne.

Meş li ber dibistana Xewla a keçan rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji fermandarên Hêzên Parastina Civakî Nasir Yunis axivî û got: “Dewleta Tirk seriyê terora cîhanî ye. Siyaseta gefxwarin û kuştinê li dijî gelê herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet dimeşîne.”

Yunis diyar kir ku dewleta Tirk mafên gelê Kurd înkar dike û bi rêya ferzkirina tecrîda giran li dijî rêber Abdullah Ocalan siyaseta qirkirinê li dijî wî pêk tîne û wiha domand: “Armanc jî dûrxistina gel ji rêber Ocalan e.”

Yunis piştrast kir ku gelên Rojhiata Navîn bi rêya fikrên rêber Abdullah Ocalan azadî û xilasî nas kirin û got: “Azadiya me bi azadiya serok Abdullah Ocana ve girêdayî ye.”

Yunis di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku rola xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GwTa5tZ9s_w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>