Çeteyên artêşa Tirk 15 sal ceza li 3 welatiyên ji Girê Spî birî

Çavkaniyên herêmî yên ji kantona Girê Spî yê dagirkirî daxuyand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li 3 welatiyên ji navçeya Silokê ya Girê Spî 15 sal ceza birî.

Çeteyên artêşa Tirk 15 sal ceza li 3 welatiyên ji Girê Spî birî
13 îlon, 2020   10:55
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan her sê welatiyên ji navçeya Silokê wiha ne; Yasîm Mihemed, Mihemed Beşîr Himêdî û Emîn Abduletîf Îbrahîm.

Çavkaniayn da zanîn ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî cezayê 15 salan li her sê welatiyan birî û dê di girtîgeha navçeya Hîlwan a dewleta Tirk a li bajarê Rihayê de bimînin.

 (fr)

ANHA