HRE: Dîmenên çalakiya me ya li dijî baregehên artêşa Tirk dê sibê bên ragihandin

HRE’yê daxuyand ku duh li Cindirêsê çalakiyek li dijî baregehên artêşa Tirk li dar xistine û dê encam û dîmenên çalakiyê sibê biweşînin.

HRE: Dîmenên çalakiya me ya li dijî baregehên artêşa Tirk dê sibê bên ragihandin
13 îlon, 2020   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku duh li Cindirêsê li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakî hatine lidarxistin û encam û dîmenên çalakiyê dê sibê werin ragihandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Roja 12’ê Îlonê li gundê Xzewiyê yê navçeya Cindirêsê, li hemberî baregehên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve çalakî hatin lidarxistin. Dîmen û encamên çalakiyê sibê dê bi raya giştî re werin parvekirin.”