Hêzên Filistînê: Sêşema bê roja hêrs û redkirina gel a peymanan e

Li gel îmzekirina Îmaret û Îsraîlê ya ku tê payîn dê li Washingotinê pêk were, hêzên nîştimanî û îslamî yên Filistînê ragihand ku sêşema bê `Roja hêrs û redkirina gel a peymanan e’ ku Behreyn û Îmaratê îmze kirine.

Hêzên Filistînê: Sêşema bê roja hêrs û redkirina gel a peymanan e
13 îlon, 2020   10:47
XEZA

Di daxuyaniya Fermandariya Nîştimanî ya Yekitiya Berxwedana Gel de bang li kombûna li Ramellahê û Bêra hate kirin ku dest bi xwepêşandanên li dijî lihevkirina dewletên Ereban bi Îsraîlê re bikin.

Fermandariya Yekitiyê di daxuyaniyê de da zanîn ku sêşema bê `Roja redkirina gel û serhildanê` li dijî lihevkirina Behreyn û Îmaratê bi Îsraîlê re ye.

Li gorî raporên filistînî, xwepêşandan dê hemwext li pêşiya Koşka Spî ji bo redkirina peymanê û piştgiriya bi gelê Filistînê re li dar bikevin.

Di daxuyaniyê de bang li aktîfkirina `Berxwedana gel di bin ala Filistînê de` hate kirin û îna bê roja şînê ye ku alên reş li tevahiya qadan û avahiyan tên hildan û xutbeyên mizgeftan li gorî vê yekê li dar dikevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo redkirina “peymana şermê di vê roja reş de”, divê hêzên çalak, saziyên navxweyî, komarî, xwendekar û jin ala Filistînê li seranserî welêt hildin.

Girêdayî heman mijarê, çavkaniyên ji desthilata Filistînê ji dezgehên çapemeniyê re ragihand ku fermandariya Filistînê dixwaze endamtiya xwe li Komkara Erebiye taloq bike yan jî jê vekişe.

(fr)