​​​​​​​Şaredariyên gel ên Dêrazorê xebata sererastkirina binesaziyê didomînin

Şaredariyên gel ên li herêma Dêrazorê di xizmetkirina şêniyan de berdewam in û hewl didin binesaziya herêmê ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê xerab bûbû, sererast bikin.

​​​​​​​Şaredariyên gel ên Dêrazorê xebata sererastkirina binesaziyê didomînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Dêrazorê xebata sererastkirina binesaziyê didomînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Dêrazorê xebata sererastkirina binesaziyê didomînin
​​​​​​​Şaredariyên gel ên Dêrazorê xebata sererastkirina binesaziyê didomînin
13 îlon, 2020   10:13
DÊRAZOR

Di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê de yên ku li bajarokê Kesra yê gundewarên rojavayê Dêrazorê, di demên dawîn de li têketina rojhilatê bajarok kevanek bi şeklê keleheke dîrokî hate çêkirin.

Ev proje jî di çarçoveya rêzeprojeyên bedewkirina bajarok de pêk hatiye,  ji ber ku navendeke sereke ye û gelek gund pê ve girêdayî ne. Têkildarî vê yekê hevserokê şaredariyê Xeyas Icêl got projeyên ku xizmeta gel bikin berewam in, hin karên din jî li bajarok hatine pêkanîn, ji wan sererastkirina baxçeyan û li herêmê pêngava çandina daran dest pê kir.

PROJEYA SERERASTKIRIN Û RONÎKIRINA KOLANÊN BISÊRAYÊ

Şaredariya Gel a Bisêrayê ku li rojhilatê Dêrazorê ye, bi çavdêriya Desteya Xizmetguzariyê, Şaredarî û bi hevkariya Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi projeya ronîkirina kolanan kir.

Werşeyan dest bi pêkanîna xebatên sererastkirina stûnên ronîkirinê yên hesin li kolana Cisir Etal û kolanên dîtir ên li Bisêra kir.

Ev proje ji sererastkirina stûnên kehrebeyê, siwarkirina lembeyan, boyax û danîna stûnan li cihên vala pêk tê. Her wiha proje ji leckirina transên kehrebeyê, danîna jeneratorên nû, kablên nû û tabloyên kehrebeyê pêk tê.

Xeta ku  werşe tê de kar dike bi dirêjahiya 3 hezar û 880 metreyan e û li kolanên El-Işrîn, Cisir Etal in.

(eh)

ANHA