​​​​​​​Şehîd Kortay Serhed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin

Bi dehan şêniyên Dêrikê cenazeyê şervanê QSD’ê Remezan Demir (Kortay Serhed) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spart axê.

​​​​​​​Şehîd Kortay Serhed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Kortay Serhed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Kortay Serhed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Kortay Serhed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin
13 îlon, 2020   10:05
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl li pêş nexweşxaneya Dêrikê kom bûn û ji wir cenazeyê şehîd Kortay Serhed wergirt. Piştre şênî bi karwanekî berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrikê.

Ji ber berbelavbûna vîrusa Koronayê, merasîm tenê bi amadebûna Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê û hejmarek ji endamên saziyên civaka sivîl li dar ket.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Ehmed sersaxiya malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan xwest û wiha got: "Ev xaka pîroz bi qurbaniyan hatiye parastin ku canê xwe di oxira jiyane ewle de feda kir."

Piştî axaftinê, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrik hat kirin.

Dûre hevrêyên şehîd cenaze rakirin û li Goristana Şehîd Xebata Dêrik spart axê.

(fr)

ANHA