Li Idlibê şer didome

Hêzên hikumeta Sûriyê bi moşekan 5 bajarokên li başûrê Idlibê û herêmên li bakurê rojavayê Hemayê kirin hedef. Di heman demê de çeteyên dewleta Tirk baregehên hêzên hikumetê li bejahiya Idlibê topbaran kirin.

Li Idlibê şer didome
13 îlon, 2020   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hêzên hikumeta Sûriyê herêma El- Fitêra, Kefer Iwêd, Sifohan, Kinsefra û El-Bara li gundewarên bakurê Idlibê bi moşekan topbaran kirin. Her wiha hêzên hikumetê herêmên li Sehl El-Xab ê bajahiya bakurê rojavayî Hemayê kirin hedef.

Ji aliyekî din ve çeteyên Ehrar El-Şam baregehên hêzên hikumetê yên li eniya Hizarîn a bajahiya başûrê Idlibê topbaran kir.

Her wiha çeteyan bi çekên giran hêzên hikumetê li eniya Foro û El-Behsa yên Sehil El-Xab ên bakur û rojavayê parêzgeha Hemayê topbaran kirin.

(oh)