Siyasetmedar: Ocalan gelên bindest ber bi azadiyê ve dibe

Siyasetmedaran diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan nîşaneya ku dê rêwîtiya gelên bindest ên herêmên Rojhilata Navîn ber bi azadiyê ve bibe û destnîşan kir Ocalan ji hemû gelên azadîxwaz ên Ereb, Kurd û Suryan re rêbertiyê dike.

Siyasetmedar: Ocalan gelên bindest ber bi azadiyê ve dibe
13 îlon, 2020   07:48
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Endamê Rêveberiya Partiya Pêşverû û Demokratîk Taha Weys El-Şemam destnîşan kir ku ew rêber Abdullah Ocalan wek semboleke parastina gelên bindest û wek çavkaniya fikreke ku gelên herêmê ber bi azadî û rizgariya ji zilmê ve dibe, dibînin.

Taha Weys El-Şemam tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a dagirker li ser Ocalan ferz kiriye, şermezar kir û diyar kir ku Ocalan hatiye dorpêçkirin da ku nêrînên wî negihêjin gelên herêmê.

Taha El-Şemam daxuyand ku rêber Abdullah Ocalan nîşaneya ku gelên bindest ên Rojhilata Navîn ber bi azadiyê ve dibe û wiha got: "Ocalan ne tenê gelekî, lê belê hemû gelên azadîxwaz ên Ereb, Kurd û Suryen û jinan bi rê ve dibe û wekî nîşaneyeke ku gelên Rojhilata Navîn ber bi azadî û çareseriyê ve dibe ye."

Yek ji rêveberên Partiya Lîberal a Kurdistanê Zubêr Hisên Omer jî îşaret bi wê yekê kir ku Abdullah Ocalan rêberekî enternasyonal e û tecrîda ji aliyê hikumeta Tirk ve li ser hatiye ferzkirin li dijî hemû rêxistin û qanûnên navneteweyî ye û got: "Wekî girtiyekî siyasî Ocalan ji hemû mafên xwe hatiye mehrûmkirin. Serdana malbatê û parêzeran û pirtûrkxwendin jî hatiye qedexekirin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye hemû pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike."

Omer daxuyand ku herêma Rojhilata Navîn bûye qadeke şer û berjewendiyên navneteweyî û hemû dewletên Ewropayê û dewletên mezin destwerdanê li dozên Rojhilata Navîn dikin ku li dijî fikrên Ocalan ên azadî û aştiyê ne û got: "Ji lew re em dibînin ku ev dewlet li hemberî tecrîda li ser Ocalan, bê deng in."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/jRM4NTCEe7k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>