El-Selaj: Guhertina lîreyê Sûriyê bi lîreyê Tirkiyê, niyeta dewleta Tirk eşkere dike

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selaj destnîşan kir ku dewleta Tirk ajandeyên xwe yên taybet li ser şoreşa Sûriyê ferz kir. Her wiha diyar kir ku guhertina lîreyê Sûriyê bi lîreyê Tirkiyê li herêmên dagirkirî, metirsiyên tevlêkirina axa Sûriyê ji dewleta Tirk re derdixin pêş.

El-Selaj: Guhertina lîreyê Sûriyê bi lîreyê Tirkiyê, niyeta dewleta Tirk eşkere dike
13 îlon, 2020   07:43
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker asîmîlekirina herêmên dagirkirî, guhertina demografiya wê û rakirina ala Tirkiyê li wan herêman didomîne, heta gihaşt asta guhertina lîreyê Sûriyê bi lîreyê Tirkiyê.

Dewleta Tirk ji demekê ve asîmîlekirin û tirkkirina herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, pêk tîne. Saziya qaşo bi navê `Gerînendetiya Zimhêrê` ya Ezaz û gundewarên wê di 7`ê Îlona 2020`an de 10 roj ji bazirganên sûka Hal a bajêr re diyar kir da ku dest bi bikaranîna lîreyê Tirkiyê li şûna lîreyê Sûriyê bikin. Her wiha gef li kesên ku vê yekê pêk neynin, xwarin.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Rêveberiya Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selaj got: “Armancên şoreşa Sûriyê ji destpêkê ve ji sala 2011`an ve diyar bûn, ew jî pêkanîna azadî, edalet, rûmet û demokrasiyê ji gelê Sûriyê re bû. Her wiha ji armancên wê parastina yekitiya axa Sûriyê bû. Lê mixabin gelek dewletên herêmî hewl da ajandeyên xwe li gelê Sûriyê ferz bikin. Ev dewlet xwedî proje û armancên taybet in. Mixabin hewldanên li Ezazê çêdibin ji bo guhertina lîreyê Sûriyê bi lîreyê Tirkiyê, gelekî şerm e.”

`XWE BI AJANDEYÊN DERVE VE GIRÊ DAN`

El-Selaj got: “Me hêvî dikir ku dewleta Tirk a cîran, yekitiya axa Sûriyê biparasta. Lê berovajî vê yekê kir. Guhertina diravê ne çareserî ye. Gelek hêz çaranûsa xwe bi ajandeyên derve ve girêda. Kesên ku xwe bi opozîsyon bi nav dikin, xwe frotin, ji dosyaya Sûriyê dûr ketin û hewl didin ajandeyên din ên ku têkiliya wê bi gelê Sûriyê tune ye pêk bînin. Em ji wan re dibêjin hûn bi ku de diçin? Divê hûn li netewbûna xwe ya 2011`an vegerin.”

Girêdayî guhertina lîreyê Sûriyê bi lîreyê Tirkiyê El-Selaj wiha got: “Guhertina lîreyê Sûriyê bi lîreyê Tirkiyê tiştekî bitirs û biguman e. Wek gelê sûrî em dipirsin sedema vê yekê çi ye? Sûda wê çi ye? Lîreyê Sûriyê bi rejîmekê yan jî bi çîneke diyar ve nayê girêdan. Ew dirava gelê Sûriyê ye. Bi dîroka gelê Sûriyê û jiyana wî ve hatiye girêdan. Heta ku di aloziyê re derbas bibe, lê ew beşek ji aboriya gelê Sûriyê ye. Beşek ji pêkhateyên dewleta Sûriyê ye. Metirsiyên me ji vê tevgerê heye.”

`GELO DEWLETA TIRK DÊ HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TEV LI XWE BIKE?`

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji vê yekê, Îbrahîm El-Selaj ev tişt got: “Herêmên bakurê Sûriyê yên ku dewleta Tirk dagir kirine, herêmên Sûriyê ne û niştecihên wê, sûrî ne. Dewleta Tirk bi guhertina lîreyê Sûriyê bi lîreyê Tirkiyê û sûcên din ên ku pêk tîne, ji bo me metirsiyan diafrîne. Gelo ew dixwaze wan herêman tev li Tirkiyê bike? Ger wisa be em wan sûcan şermezar dikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eW9y5cjY1qM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>