Nivîskar û rewşenbîrên Qamişloyê: Yekitî, gelê Kurd ji êrişan diparêze

Nivîskar û rewşenbîrên bajarê Qamişloyê da zanîn ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye û bi yekitiyê gelê Kurd ji êrişan tê parastin.

Nivîskar û rewşenbîrên Qamişloyê: Yekitî, gelê Kurd ji êrişan diparêze
13 îlon, 2020   06:55
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Ev demek e hewldanên avakirina yekitiyê tên kirin û di vê çarçoveyê de, qonaxa yekemîn bi serkeftî hate ragihandin. Qonaxa duyemîn jî hîna di nîqaşê de ye.

Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Zekeriya Efrîn têkildarî mijara yekitiyê  diyar kir ku li ser asta Rojavayê Kurdistanê hewldanên mezin tên kirin da ku yekrêziya kurdî xurt bibe da ku ev êş û serpêhatiyên ku ji 5 hezar salan ve li ser Kurdan tên, hinekî sivik bikin û gelê Kurd bigihêjîne azadiyê û wiha dewam kir: "Em bi hêvî ne ku ev hewldanên ku tên kirin bigihêjin dawiyê, ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê 11 hezar pakrewanan can û xwîna xwe daye."

Zekeriya  Efrîn wiha pê de çû: "Ev pakrewan rê li ber yekitiyê vekir ku êdî dibêjin bes e, hemû partî bibin yek, ev xwîna ku hatiye rijandin bila bibe deriyek ji bo serkeftin û hebûna Kurdan."

Zekeriya Efrîn destnîşan kir ku ew wek rewşenbîr destekê didin yekitiyê û însiyatîfa Mezlûm Ebdî bi însiyatîfeke dîrokî pênase kir û got: "Divê gelê Kurd xwedî li vê xwînê derkevin, wekî ku hêzên leşkerî erka xwe pêk anî, divê hemû partiyên Kurdan jî vê erkê bi dawî bikin."

Zekeriya Efrîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê rewşenbîr jî vê destekê bikin binîvîsin û li hemû deverên cîhanê bikin wek sembol, ji her kesî re bêjin, yekitî hebûna me ye, yekitî ziman diparêze û yekitî çanda me jî diparêze."

Her wiha endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Hesen Hisên jî got îro roj ji tevgerên kurdî tê xwestin ku yek bin û divê ev dan û standinên der barê yekitiyê de di navbera partiyên kurdî de tên kirin bi encam bin û wiha domand: "Divê partiyên siyasî bi berjewendiyên gelê xwe bifikirin, derfeta çareserkirina doza Kurd îro heye û di Sûriyê de jî girîng e.”

Hisên wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku yekitiyên nivîskaran jî bibin yek da ku pênûsên wan jî bibin yek û xurt bibin, divê doza gelê Rojavayê Kurdistanê li cem me dozeke sereke be da ku em mafên xw bi dest bixin."

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iiGJaFEWRpI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>