ꞌEm naxwazin destkeftiyên xwe ji dest bidinꞌ

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Şedadê bang li gel kir ku ji planên hêzên li herêmê yên dijber hişyar bin, ji ber hewldana derxistina fitneyê dikin û ew naxwazin destkeftiyên xwe ji dest bidin.

ꞌEm naxwazin destkeftiyên xwe ji dest bidinꞌ
13 îlon, 2020   06:51
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Hêzên ewlekariyê yên girêdayî QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek şane û ajan girtin û wan îtîraf kir ku ew bi perspektîfên artêşa Tirk, hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê tev digerin, armanca wan têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fitneyan e.

Endamê Fermandariya QSD`ê ya Meclisa Leşkerî ya Şedadê Cesûr Amûdê got destkeftiyên li herêmê qezenc kirine bi saya hevgirtina pêkhate, sekna bi hev re û bi hêzên leşkerî hatine bidestxistin.

Cesûr Amûdê diyar kir ku divê tevahiya pêkhateyên herêmê hişyar bin û destkeftiyên şoreşê yên ku bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin. Cesûr Amûdê got: "Bê guman berpirsyariya projeyên li dijî herêmê û şêniyên wê dikeve ser milên rûspî, şêx û zanyarên olî, divê li hemberî van êrişan hişyar bin û nekevin bin bandora aliyên dijber."

Cesûr Amûdê bal kişand ser ku ewlehî û aramiya di van salên dawîn de mîsoger bûye bi sedema hişyarbûna gel li tevahî herêman e û wiha pê de çû: "Em naxwazin destkeftiyên xwe ji dest bidin, ji ber ku ewlehiya gel e."

Cesûr Amûdê bang li tevahiya gel, şêx û zanyarên li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê kir kir ku ji pêgavên ku dewletên dijber ên wekî dewleta Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê, komplo û planên hewldana derxistina fitneyê di navbera gelê herêmê û hêzên leşkerî de dikin, hişyar bin.

Di dawiyê de Cesûr Amûdê hêviya mîsogeriya aramî û ewlehiya ji tevahiya Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ECABcPgaooY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>