Rewşenbîr: Divê rewşenbîr li kêleka parêzvanên gelê Kurd bin

Endamên Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê tekez kir ku dewleta Tirk siyaseta xwe li ser dijminahiya Kurdan ava dike û dibêje: "Kurdê baş, kurdê mirî ye." Rewşenbîran got: "Divê rewşenbîr piştgiriya berxwedana gelê Kurd li hemberî êrişên Tirkiyê bikin û siyasetên dijminahiyê yên dewleta Tirik ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin."

Rewşenbîr: Divê rewşenbîr li kêleka parêzvanên gelê Kurd bin
13 îlon, 2020   05:58
QAMIŞLO

Endamên Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê tekez kir ku divê êriş û siyasetên Tirkiyê li dijî gelê Kurd bên eşkerekirin û divê rewşenbîr piştgiriya berxwedana gelê Kurd li dijî êrişên Tirkiyê bikin, ku Tirkiyê bi êrişên xwe li dijî Başûr û Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze gelê Kurd qir bike.

Endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Ridwan Mihemed daxuyand ku Erdogan siyasetên xwe li ser dijminahiya Kurdan ava dike û dibêje: "Kurdê baş, Kurdê mirî ye". Ridwan Mihemed wiha got: "Tirkiyê li her derê êrişî Kurdan dike. Heke li Afrîkayê jî destkeftiyên Kurdan hebe, dê êrişî wan bike."

Mihemed wiha dewam kir: "Niha, Tirkiyê êrişî destkeftiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê û Rojava dike û hewl dide nasnameya gelê Kurd a Bakurê Kurdistanê îmha bike û hemû mafên wan ji dest bigire."

Mihemed diyar kir ku divê haya gelê Kurd ji siyaseta Tirkiyê li dijî Kurdan hebe û wiha lê zêde kir: "Armanca vê siyasetê qirkirina Kurdan e. Ji lewra, divê Kurd xwe biparêzin û li dijî êrişên Tirkiyê berxwedanê bilind bikin."

Endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Fewaz Osî jî bal kişand ser rola rewşenbîran di vê qonaxê de û got: "Divê rewşenbîr piştgiriya berxwedana gelê Kurd li dijî êrişên Tirkiyê bikin û siyaseta Tirkiyê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin.”

Osî tekez kir ku divê rewşenbîr her wiha li kêleka parêzvanên gelê Kurd bisekinin û her rewşenbîrek pênûsa xwe bike xizmeta gelê Kurd û binpêkirinên dewleta dagirker belge bike. Osî got: "Divê her rewşenbîrek erka li ser milê xwe pêk bîne."

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b1SObO9bvfI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>