​​​​​​​Li ber çavên garantoran sûcên dagirkeran didomin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber çavê hêzên garantor êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomînin. Sivîl diyar dikin ku azara wan bi gihaştina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derdora gund zêde bûn. Her wiha destnîşan kirin ku dagirker av û kehrebeyê û pêwîstiyên sereke yên jiyanî li ser wan qut dike, bêyî ku aliyên garantor tevbigerin.

​​​​​​​Li ber çavên garantoran sûcên dagirkeran didomin
​​​​​​​Li ber çavên garantoran sûcên dagirkeran didomin
​​​​​​​Li ber çavên garantoran sûcên dagirkeran didomin
​​​​​​​Li ber çavên garantoran sûcên dagirkeran didomin
​​​​​​​Li ber çavên garantoran sûcên dagirkeran didomin
​​​​​​​Li ber çavên garantoran sûcên dagirkeran didomin
​​​​​​​Li ber çavên garantoran sûcên dagirkeran didomin
13 îlon, 2020   02:31
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Ji dema dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de, bi sedan gund û bi hezaran sivîl li pêşberî binpêkirinan rû bi rû man.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, rojane kirinên dermirovî û derqanûn li dijî sivîlên xetên temas ên gundên navçeyên Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê pê tînin.

'DAIŞ XIRAB E, DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ XIRABTIR IN'

Şêniyê bi navê Ehmed Silêman dibêje: "Ji dema hebûna DAIŞ’ê li herêmê ve azarên me dest pê kirin. Av, kehrebe û nan tunebûn. Lê rewş ne ji wisa xirabtir bû. Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştine azarên me zêdetir bû û hîna berdewam in."

Silêman diyar kir ku ji zêdeyî 10 mehan ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kehrebe û av li ser gund qut kirine, binpêkirinên Tirkiyê ji yên DAIŞ'ê xirabtir in.

Ji ber êrişên dagirkeriyê, kehrebe li ser bi sedan gundên herêma Serêkaniyê, gundên Til Temir û Zirganê û gundên dagirkirî qut bûye. Aliyên têkildarî û garantorên rawestandina şer li bakur û rojhilatê Sûriyê bêdeng in.

Silêman destnîşan dike ku kehrebeya gundên wan ji gundê "Erbiyîn" yê dagirkirî de tê û dibêje: "Ji dema dagirkirina gundê Erbiyîn kerhebe li gundê me qut e. Me serî li aliyên têkildar, di nav de hikumeta Sûriyê û hêzên Rûsyaya garantor da ji bo çareser bike, lê alîkarî nekirin û pirsgirêk çareser nekirin."

'LI DIJÎ ŞÊNIYAN BINPÊKIRINÊN PLANKIRÎ'

Silêman dibêje, ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê qutkirina avê û kehrebeyê ye, lê belê rojane bi awayekî plankirî êrişan dikin û wiha axaftina xwe didomîne "Axa ku em li ser dijîn a sûriyan e. Tirkiye li ser axa me çi dike? Em pêkhateyên herêmê ji beriya 10 salan ve bi hev re wekî bira dijîn."

Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyên têkildar kir ku alîkariya wan bikin, kehrebe ji wan re peyda bikin û binpêkirinên dagirkeran rawestînin.

KEHREBE QUT KIRIN Û DAXWAZÊN SIVÎLAN RED DIKIN

Ji dema dagirkirina herêmê ve, bi dehan gund bê kehrebe ne. Şêniyê bi navê Îbrahîm El-Xidir dibêje: "Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî herêmê bûne, gundê me û bi dehan gundên din bê kehrebe ne."

El-Xidir diyar kir ku şêniyên gundê Guziliyê yê li beramberî gundê wan ji çeteyan xwestin ku kehrebeyê bigihîne gund, lê çeteyan daxwazên wan red kirin û got: "Piştî hêzên dagirker derbasî herêmê bûn, jiyana me ya rojane serûbinî hev bûn. Ne ewlehî û ne jî pêwîstiyên jiyanî yên sereke hene."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sKCGe1Uqc7k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>