Ciwanên Ereb: Em li dijî dijminên ku ewlehiya herêmê xerab dikin çekan rakin

Ciwanên ji pêkhateya Ereb îşaret bi girîngiya bersivdayîna êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir û tekez kir ku divê li dijî dijminên ku ewlehiya herêmê xerab dikin çek bê rakirin.

Ciwanên Ereb: Em li dijî dijminên ku ewlehiya herêmê xerab dikin çekan rakin
13 îlon, 2020   03:15
QAMIŞLO- ŞIHAB EL-EHMED

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên biryar û peymanên bi Amerîka û Rûsyayê re girêdayî agirbesta li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmze kiriye, dewam dike. Tirkiyê herêmên ku bi garantiya Rûsya û Amerîkayê li ser hatine lihevkirin, bi awayekî domdar topbaran dike û li dijî sivîlên li navçeya Zirganê, gundên Til Temir, Eyn Îsa û Şehbayê komkujiyan pêk tîne.

Etaallah Xelîl El-Sebi êrişên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li cîhanê kir ku sûcên Erdogan li herêmê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî,  koçberkirina jin û zarokan û bikaranîna ciwanên Ereb wekî çete û şandina wan ji bo şer ji Lîbyayê re, bibînin.

El-Sebi diyar kir ku divê li dijî êrişên li dijî herêmê bisekinin û destnîşan kir ku gelek xort û jinên ciwan ên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryen ji bo bilindkirina berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker di eniyên şer de cihê xwe digirin.

El-Sebi îşaret bi beşdarbûna ciwanan ji hemleya Tevgera Ciwanên Şoreşger re kir û got: "Wekî ciwanên Ereb ên eşîrên Ereb ên herêmê, em beşdarî hemleya "em ê bi ser kevin" dibin. Em ê bi hemleya xwe dagirkeran ji herêmên dagirkirî derxînin."

Jina ciwan a bi navê Wacid El-Kenas jî wiha got: "Wekî jinên ciwan divê em li hemberî êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng nemînin û em gund û bajarên xwe veguherînin qadên berxwedanê. Divê em li kêleka şervanên di çeperan de bisekinin."

Wacid diyar kir ku dagirkeriya Tirk jinan bi awayekî yekser dike hedef û gelek binpêkirinên wekî tecawiz, koçberkirin û girtin li dijî jinan pêk anî û got: "Gelek mînakên vê yekê hene."

JI BO PARASTINA EWLEHIYA HERÊMÊ EM Ê ÇEKÊ RAKIN

Ehmed El-Casim jî da zanîn ku tevgera ciwanan li hemberî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi hemleyên zanakirina ciwanan kiriye û got: "Em ê li dijî dijminên ku ewlehiya herêmê xerab dikin, çekan rakin."

El-Casim daxuyand ku Tirkiyê binpêkirin û lihevkirinan binpê dike û got: "Dihat payîn ku bi garantiya Rûsya û Amerîkayê agirbest li herêmê pêk bê, lê belê Tirkiyê qanûn û peymanan binpê dike û herêmên me rojane topbaran dike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî êrişên Tirkiyê li dijî hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de, Amerîka di 17`ê Cotmehê de bi Tirkiyê re û di 22`ê Cotmehê de bi Rûsyayê re girêdayî pêkanîna agirbestê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê du peymanên cuda îmze kiribû. Lê belê her du peyman nehatin pêkanîn û artêşa Tirk a dagirker bi awayekî rojane herêman topbaran dike û li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne.

(cx)

ANHA

<iframe width="676" height="320" src="https://www.youtube.com/embed/bSzHIUCtOjA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>