Panorama Hefteyê: Nêzîkbûneke nû ya Rûsyayê bi dosyaya Sûriyê re ‘aloziya li rojhilatê Deryaya Spî’

Di hefteya borî de, şandeke Rûsyayê serdana Sûriyê kir. Çavdêr dibêjin ku qonaxeke nû ya danûstandinên Moskovê bi dosyaya Sûriyê re da destpêkirin. Aloziya di navbera Yewnanistan û Fransayê li aliyekî, û li aliyê din Tirkiye jî lê zêde bû. Dîsa jî Washingtonê hêzên xwe li Iraqê kêm kir.

Panorama Hefteyê: Nêzîkbûneke nû ya Rûsyayê bi dosyaya Sûriyê re ‘aloziya li rojhilatê Deryaya Spî’
12 îlon, 2020   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî behsa serdana şandeya Rûsî ya payebilind a ji bo Şamê, aloziya li rojhilatê Deryaya Spî û biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê kirin.

ŞERQ EL-EWSAT: RÛSYA DI RÊBAZA DANÛSTANDINA XWE DE BI DOSYAYA SÛRIYÊ RE STRATEJIYEKE NÛ BI PÊŞ DIXE

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serdana şandeyeke payebilind a Rûsyayê ji Şamê re qonaxeke nû ya danûstandinên Moskovê bi dosyaya Sûriyê re da destpêkirin. Ev tevger `Zivirîna sêyemîn a mezin` a Rûsyayê ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye.

Lê diyardeyên vê zivirîna nû di nav xwe de `derbeyekê` li dijî rêgeza Rûsyayê nahewîne. Dîplomat rêgeza Rûsyayê bi rêgezeke sabît ku li ser pêwîstiya pêkanîna biryarên navneteweyî ava dibe, wesif dikin. Lê belê ligel xitimandina asoyên çareseriyên siyasî, ev zivirîna nû rê li pêşiya stratejiyeke nû vedike.

Moskov bi zanabûn di daxuyaniyên wezîrê karên derve yan jî cîgirê serokwezîr Yurûî Borislov ên eşkere de, nîşaneyên veguherîna mezin a helwestên xwe diyar nekir. Ji wê zêdetir, Şamê piştgiriyeke nixumandî ya Rûsyayê ji bo pêkanîna hilbijartinên serokatiyê di dema wê ya diyar de, bi dest xist, heta ku tu pêşketinek li ser asta komîteya destûrê çênebe.

Li gorî lêkolînerekî, Moskovê ajandeyên demî danîne da ku guhertin di destûrê de çêbe. Piştre di Adara bê de daxe referandumê. Paşê di Gulanê de hilbijartinên parlamentoyê li dar bikevin û dûre di Tîrmehê de hilbijartinên serokatiyê li dar bikevin. Li gorî Moskovê, pêkanîna vê yekê li gorî biryara 2254’an a NY’yê ye. Di heman demê de ewî lêkolînerî got ew dûr dibîne ku Rûsya avakirina hikumeteke demkî erê bike.

Li beramberî wê, cudabûneke diyar di mekanîzmaya danûstandina Moskov û Şamê bi zêdetirî mijarekê de xuya bû. Ev yek ji bo têkiliyên bi Kurdan re û hewldanên Rûsyayê ji bo tevlêkirina Rêveberiya Xweser di çareseriya siyasî de derbasdar e. Li beramberî wê Sûriyê heta niha tu helwest nîşanî vê tevgerê nedane.

Li ser asta aborî, li gel axaftinên girêdayî 40 projeyên ji nû ve avakirina binesaziya pîşeyî li taxan û firehkirina nexşerêya hevkariya aborî ya ku her du aliyan beriya du salan îmze kiribû, diyar e ku Moskovê plansaziyek daniye ku bi rêya wê pareke girîng ji projeyên binesaziya Sûriyê bibe şirketên wê yên mezin.

Ji vir xuyangên yekemîn ên tevgera Rûsyayê yên bên, diyar dibin ku çareseriya siyasî ji beşên ne di bin kontrola hikumeta Sûriyê de ne pêkan e. Berovajî hizira ku Moskov berê digot, pêwîst e her bihostek axa Sûriyê vegere hikumeta rewa, lê diyar e ku Rûsya dixwaze rewşa heyî biparêze û çareserkirina wan herêman, bibe beşek ji çareseriya dawîn.

Di vê çarçoveyê de Moskov li benda perspektîfên rêveberiya Amerîka ya nû ya piştî hilbijartinan e. Di heman demê de diyalogê bi Kurdan re dike û hewl dide wan di çareseriya siyasî de bi cih bike bi şêwazeke ku Enqereyê aciz neke.

Li Idlibê, xuya ye ku çareserî divê li ser bingeha diyalogeke Sûriye-Tirkiyê ava bibe. Di encamê de her du alî rêzê ji berjewendiyan û ewlehiya sînor re bigirin. Yanî dibe ku ev çareserî li ser bingeha lihevkirina Edeneyê ya 1988`an be, li gel îhtîmala firehkirina wê.

Peyama bingehîn ji Şamê re ew e ku divê dijberî hevalbendiyên Rûsyayê bi aliyên cuda re dernekeve. Di radeya yekemîn de dewleta Tirk. Her wiha Moskov dixwaze vê yekê li hemberî Washingtonê piştî hilbijartinên Amerîkayê, li bakur û rojhilatê Sûriyê bi kar bîne.

Girêdayî heman mijarê, Moskov pêwîstiya avêtina gavên bi lez û guhertinên hundirîn li hikumeta Sûriyê piştrast kir. Ev yek jî li ser pêwîstiya ku divê karê komîteya destûrî yan jî çareseriya siyasî bi gelemperî neyê astangkirin, derbasdar e. Li gorî ku dazgehên çapemeniyê yên ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyekî agahdarê deteyên serdanê, cewhera peyama Rûsyayê wiha ye; heke Esed guhetin pêk neanîn, dê bê fînans bimîne û divê encamên biryara xwe tehemul bike."

EL-BEYAN: YEWNANISTAN TIRKIYÊ HIŞYAR DIKE; YAN PAŞDEKIŞANDIN YAN RÛ BI RÛ BÛN

Der barê arîşeya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de rojnameyê nivîsî: "Hikumeta Yewnanistanê hişyariyeke hişk da Tirkiyê û xwest ku arîşeyê kêm bike yan jî dê beramberî cezayên dijwar bimîne, di vê navberê de li bakurê girava Qibrisê manewrayên leşkerî dest pê kirin ku ew jî bû yek ji xelekên arîşeya Tirkiye û Yewnanistanê ku ev çend meh e dewam dike."

EL-EREB: VEKIŞÎNA PLANKIRÎ YA AMERÎKA JI IRAQÊ, HÊZAN DIPARÊZE Û ZEXTA LI SER KAZIMÎ KÊM DIKE

Li ser mijarê rojnameyê wiha nivisî: " Dezgehên ragihandinê yên Amerîkayê ku ser zimanê Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn Kenneth Mackenzie diyar kirin ku 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê roja çarşemê ragihand ku biryar da ku di vê mehê de hejmara hêzên xwe yên li Iraqê ji zêdeyî 5 hezarî daxe tenê 3 hezarî.

Ev kêmkirin a herî mezin ji sala 2016'an de ye, di demeke gelek bi lez, li gor hatiye diyarkirin di nava çend hefteyan de pêk were."