​​​​​​​Eyşe Hiso: Neteweya demokratîk projeya herî serkeftî li Sûriyê ye

Eyşe Hiso got, rejîma Sûriyê bi hewldanên xwe yên derxistina fitneyê li herêmê xwe ajnîdeyên dewleta Tirk a dagirker pêk tîn û projeya neteweya demokratîk bi ya herî serkeftî li ser xaka Sûriyê bi nav kir.

​​​​​​​Eyşe Hiso: Neteweya demokratîk projeya herî serkeftî li Sûriyê ye
​​​​​​​Eyşe Hiso: Neteweya demokratîk projeya herî serkeftî li Sûriyê ye
​​​​​​​Eyşe Hiso: Neteweya demokratîk projeya herî serkeftî li Sûriyê ye
​​​​​​​Eyşe Hiso: Neteweya demokratîk projeya herî serkeftî li Sûriyê ye
​​​​​​​Eyşe Hiso: Neteweya demokratîk projeya herî serkeftî li Sûriyê ye
​​​​​​​Eyşe Hiso: Neteweya demokratîk projeya herî serkeftî li Sûriyê ye
12 îlon, 2020   19:47
HELEB- MIHEMED EBDO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke ji bo nirxandina rewşa siyasî ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê re li dar xist.

Bi dehan şênî, di nav de rewşenbîr, rûspiyên êlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî civînê bûn. Civîn li hola civînana a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso rewşa siyasî ya li ser asta Sûriyê û rola pêkhateyên herêmê li hemberî rageşî û projeyên derve nirxand.

Eyşe Hiso destnîşan kir ku aloziya Sûriyê bûye bareke giran li ser welatiyê Sûriyê û got: "Welatî fatoreya kuştin, wêrankirin û koçberkirniê didin. Bi taybet li herêmên ku artêşa Tirk dagirker kirine, guhertina demgorafî  û kiryarên der exlaqî tên kirin."

Eyşe Hiso da zanîn ku li herêmên hikumeta Sûriyê, desthilata hîna bi rêya qanûna awarte tundiyê bi kar tîne, ku sedema sereke ya tevgera gel e.

'NETEWEYA DEMOKRATÎK PROJEYA HERÎ SERKEFTÎ YE'

Hevseroka PYD'ê bal kişand ser projeya neteweya demokratîk "Em dikarin bêjin ku projeya herî serrkeftî li Sûriyê projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser e. Ez dikarim sedemên vê bi mînakek kurt nîşan bidin; dema êrişên li ser Serêkaniyê zêdeyî 450 ciwanên Ereb ên navçeya Şedadê bi dildarî tev li hêzên parastinê bûn û li hemberî dagirkeriya Tirk sekinîn, ji wan 17 ciwan şehîd bûn. Ciwanên navçeyê banga seferberiyê bi cih anîn û bi xwîna xwe axa Serêkaniyê av dan. Ji ber vê hin alî ditirsin. Êrişên li ser projeya Rêveberiya Xweser bersiva rejîm û muxalefetê ye yên ku li pêşiya projeya me bi bin ketin."

' ÎTÎLAF BÛYE BAREK'

Eyşe Hiso îşaret bi pêşeroja îtîlafa Sûriyê kir û got: "Dibe ku di pêşerojê de navê xwe biguhere ji ber ku bûrye barek li ser aliyên muxalefeta Sûriyê yên dirust."

Eyşe Hiso bal kişand ser daxuyaniyên îtîlafê yên li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyê "Bi vê pirsê em dikarin bersiva van daxuyaniyan bidin, gelo kê xaka Sûriyê ji qirêja DAIŞ'ê rizgar kir? yên ku şerê Rêveberiya Xweser dikin hevkarên DAIŞ, Tirkiyê û çeteyên wê ne. Tirkiyê di pêkanîna planên xwe yên bi rêya DAIŞ'ê de binket, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî berxwedana QSD'ê têk çû, dewleta Tirk artêşa niştimanî ya Sûriyê ya ku tu alaqeya wê bi niştimanbûynê nine xist dewrê. Evnan, çete ne û xizmeta ajnîdeyên Tirkiyê dikin."

Eyşe Hiso di berdewama nirxandinê xwe de behsa daxuyaniyên îtîlfaê yên li dijî lihevkirina MSD û Partiya Vîna Gel kir û ev tişt diyar kir: "Di dema dawî de xebateke hevpar di navbera MSD û Partiy Vîna Gel a ku beşek ji forma Moskoveyê pêk hat.  Îtîlafê got, divê forma Moskove ji îtîlafê were derxistin. Demokrasî li cem îtîlafê nine, ji ber Tirkiyê ya ku demokrasiyê pêk nayîne desteka wê dike."

Hevserokê PYD'ê Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de îşaret pê kir, ku PYD'ê beşek ji MSD'ê ye, armanca wê hemû hêzên muxalefeta rasteqîn li ser maseyeke diyalogên Sûrî-Sûrî kom bike.

ANHA