​​​​​​​Azîz Koyluoglu: PDK amûrek e di destê dagirkeran de

Tevgerên metirsîdar ên "Partî Demokratî Kurdistan" zêde bûn. Ji ketina artêşa Tirk a dagirker bo Başûrê Kurdistanê bigire heta hevdîtina Nêçîvan Barzanî û Erdogan û sorkirina li dijî Konseya Civaka Kurdistanê, pirsan li ser planên vê partiyê derdixe holê. Rojnamevan Azîz Koyluoglu di wê baweriyê de ye, "PDK ji bo têkbirina tevgera rizgariya Kurdistanê, bûye amûrek di destê dagirkeran de."

​​​​​​​Azîz Koyluoglu: PDK amûrek e di destê dagirkeran de
10 îlon, 2020   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN- AZAD SEFO- EHMED MIHEMED

Nivîsgeha Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê gelek daxuyaniyên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê da. Nivîsgehê di 6`ê vê Îlonê de daxuyaniyek tenê bi zimanê Tirkî da û tê de îdia kir ku PKK projeyên Kurdî pûç dike û her tim destkeftiyên gelê Kurd dike hedef.

Daxuyaniya Nivîsgeha PDK`ê piştî ku fermandariya Konseya Civaka Kurdistanê KCK`ê bang li PDK`ê kir ku helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji 15`ê Hezîranê ve li dijî Başûrê Kurdistanê zelal bike, pêk hat.

Endama Komîteya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat di daxuyaniyeke dawî ji bo Stêrk TV de got ku wan bang li Partiya Demokartîk a Kurdistanê kiriye ku helwesta xwe ji êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê zelal bike. Besê Hozat piştrast kir ku wan xîtaba Nivîsgeha Çand û Ragihandinê nekiriye û divê PDK bersiv bide û helwesta xwe zelal bike.

Beriya wê gelek tevgerên PDK`ê pêk hatin. PDK`ê gelek caran hewl da derbasbûna artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê re veşêre, her wiha sedem ji êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava re dît. Nêçîrvan Barzanî jî serdana Tirkiyê kir û bi Recep Tayyîb Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Girêdayî mijarê, rojnamevan Azîz Koyluoglu destnîşan kir ku daxuyaniyên dawîn ên partiyên Kurdistanî ku bi rêya çapemeniyê hatine belavkirin, cihê nîqaşê ne û got: "Bi nêrîna min, divê hemû alî atmosfera guncew ji bo diyalogê bi rêya dezgehên çapemeniyê diyar bikin û hemû nakokiyan nîqaş bikin û bi dawî bikin. Girîng e ku ev merc û atmosfer peyda bibe, lê ya girîngtir ew e ku ji her du aliyan dê kîjan peyda bike?"

Koyluoglu daxuyaniyên dawîn ên PDK`ê bi daxuyaniyên şermok û dûrî rastiyê bi nav kir. Di heman demê de piştrast kir ku van daxuyaniyan rastiya siyasetên PDK`ê eşkere kir. Her wiha destnîşan kir ku aliyê daxuyanî daye ne fermî ye û got: "Ta niha tu sazî bi vî navî tune ne. PDK bi vê yekê hewl dide derdorê bixabîne û bi awayekî nerewa kar bike. Ev şaş e, divê dûrî vê dan û standinê bikeve."

Koyluoglu îşaret bi wê yekê kir ku KCK bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê dike ku helwesta xwe ji êrişên Tirkiyê li dijî Başûrê Kurdistanê zelal bike. Her wiha destnîşan kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê dawiyê serdana Tirkiyê kir, piştî serdanê wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu daxuyand ku wan çawaniya pêşxistina têkiliyên îstixbaratê li dijî PKK`ê, nîqaş kiriye. Koyluoglu piştrast kir ku ev daxuyanî hevkariya her du aliyan ku KCK`ê behsê kiribû, piştrast dike. Ji lewra, KCK bang li PDK`ê dike ku li ser vê îxanet û hevkariyê helwesta xwe zelal bike.

Koyluoglu diyar kir ku KCK dipirse ku, gelo PDK agahiyên îstixbaratê li ser tevgerên gerîlayên li Başûrê Kurdistanê û çiyayê Qendîlê, dide Tirkiyê?

DÎROKEK BI AJANTIYÊ DAGIRTÎ!

Di daxuyaniya qaşo Nivîsgeha Çand û Ragihandinê ya PDK`ê de hat gotin, Şengal parçeyekî xaka Kurdistanê ye û îdia kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê hewl dide Şengalê bi dest bixe û ji Herêmê qut bike.

Koyluoglu ew xal nirxand û got: "Divê PDK dev ji vê siyaseta xwe berde û ji bo tunekirina Kurdan alîkariya dijminên gelê Kurd neke. Dîroka siyaseta Partî Demokratî Kurdistan ji her kesî ve xuya ye. Di sala 1982`an de alîkariya rejîma Îranê kir û li dijî Kurdên wê derê şer kir. Di 31`ê Tebaxa 1996`an de jî, tevî Sedam Hisên şerê Kurdan û Yekitî Niştîmanî Kurdistanê kir. Wekî tê zanîn jî Sedam Hisên di komkujiyên Enfalê de 182 hezar Kurd kuştin. Piştî 1997`an jî, PDK li dijî tevgera rizgariyê ya Kurdistanê bû amûrek di destê Tirkiyê de."

Koyluoglu daxuyand ku siyaseta PDK`ê xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake, berevajî wê dibe sedema wendahiya Kurdan li hemberî qezençkirina rayedarên vê partiyê bi rêya hevkariya bi Îranê, Sedam Hisên û Tirkiyê re.

Her wiha piştrast kir ku tu îspatên Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser îdia û tawanên li dijî PKK`ê tune ne û wiha domand: "Hemû îdiayên PDK`ê derew in. Min daxuyaniya wan xwend, wekî rojnamevan ta niha min tu binpêkirinên KCK`ê ji îradeya PDK`ê re nedîtiye û hebûna wê li herêmê jî paşguh nekiriye, her wiha serweriya PDK`ê li Başûrê Kurdistanê jî paşguh nekiriye. Lewra divê dest bi diyalogeke cidî bikin."

PDK`Ê GELÊ ÊZIDÎ DI NAVA PENCÊN DAIŞ`Ê DE HIŞT

Di daxuyaniya qaşo Nivîsgeha Çand û Ragihandê ya PDK`ê de rastiyên ku Êzidî û tevahî Kurd dizane paşguh dike, ku pêşmergeyên PDK`ê ku hejmara wan zêdetirî 18 hezar leşker bû, di dema êrişên DAIŞ`ê li dijî Şengalê di 3`ê Tebaxa 2014`an de paşve kişiyan û gelê êzidî di nava pencên DAIŞ`ê de hişt.

Piştî ku "firotina Şengalê û şêniyên wê ji çeteyên DAIŞ`ê re" li ser destê hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi nûnertiya PDK`ê ji her kesî re diyar bû, xuya ye ku PDK dixwaze planên xwe yên radestkirina herêmên Kurdî ji dijmin re berdewam bike. Vê carê jî PKK dike behane.

Rojnamevan Azîz Koyluoglu pişrast kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya dagirkirina Kurdistanê û berfirehkirina herêmên li Iraqê û Sûriyê dagir kiriye, pêk tên. Heke Tirkiye van herêman dagir bike, dê PDK jî nikaribe li wan herêman tevbigere. Ji ber ku dewleta dagirker destûrê nade tu tevgerên Kurdî li herêmê.

Koyluoglu wiha lê zêde kir: "Divê PDK li dîroka xwe ya siyasî vegere û xwe wekî leheng pênase neke. Ji ber ku ew pênaseyeke şaş e. Bûyerên li herêmê û rastiya heyî berevajî wê yekê nîşan didin. Di rastiyê de siyaseta vê partiyê li ser hevkar û hevalbendiya bi dijminên Kurdan û dagirkerên xaka Kurdan re hatiye avakirin. PDK`ê bi Îran, Iraq, Tirkiyê û li Sûriyê jî li dijî Kurdan bi hikumeta Sûriyê re li hev kir."

Tevî ku PDK`ê dev ji Şingalê berda û rê ji DAIŞ`ê re vekir jî, lê piştî rizgarkirina herêmê hewl da şerê navxweyî di nav Kurdan de derxîne û pêşmergeyên "Roj" ên ji Rojava li dijî birayên wan ên Kurd ên li Şingalê, bi kar anî. Ew bûyer di êrişa Adara 2017`an a li herêma Xanesûrê de pêk hat.

HERÊMÊN KURDÎ BÊYÎ AVÊTINA TEW GULEYEKÊ JÎ HATIN RADESTKIRIN

Dema ku PDK`ê ku Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe di Îlona 2017`an de referandoma serxwebûnê ragihand, pisporan diyar kir ku PDK bi hestên gelê Kurd dilîze û referandom tenê komployek e.

Piştre nirxandinên pisporan piştrast bûn û xuya bû ku PDK`ê herêmên Kurdan ên bi nakok wekî Kerkûkê bêyî ku tew guleyekê bavêje, radestî hikumeta navendî ya Iraqê û Heşdê Şebî kir. Pirsa ku derdikeve holê ew e, gelo Kurdan ev herêm jî ji ber PKK`ê ji dest da, gelo PKK aliyekî referandomê bû ku Tirkiyê, Iraq, Sûriyê û Îranê dijminahiya wê kir?

Tevî redkirina Tirkiyê ji referandoma ku Mesûd Barzanî ragihandiye re, ku got cografiyeke bi navê Kurdistanê tune ye û Kerkûk bajarekî Tirkiyê ye jî, lê belê serdanên fermandarên PDK`ê ji bo Tirkiyê dewam kirin û serweriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê zêde bû û baregehên nû ava kirin.

WEZÎRÊ DERVE YÊ TIRKIYÊ RASTIYA PDK`Ê EŞKERE KIR

Piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu re, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê got armanca serdanê nîqaşkirina belavbûna Koronavîrusê û hevkariya aborî bû. Lê belê Mevlûd Çavuşoglu rastiya PDK`ê eşkere kir û bi twîttekê got, "wan li ser şerê li dijî PKK`ê li hev kiriye."

Demeke berê jî li ser daxwaza Tirkiyê, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin kiribûn. Piştî serdanê, Wezîrê Derve Mevlûd Çavuşoglu wiha gotibû: "Her du aliyan li ser têkoşîna hevbeş a li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê li hev kiriye."

Piştre bi daxuyaniyên din, Çavuşoglu îdia kir ku PKK hewl dide bikeve Hewlêrê. Tirkiye bi vê yekê xwest şerekî navxweyî ku ew sûdê jê bigire, derxîne. Lê belê dezgehên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê û yên bi ser PDK`ê ve, propagandeya van daxuyaniyên Tirkiyê kir.

YÊN GIRÊDAYÎ PDK`Ê JÎ WEKÎ AJANÊN HIKUMETA SÛRIYÊ KAR KIRIN

Rojnamevan Azîz Koyluoglu destnîşan kir ku ne tenê PDK`ê hevkariya dijminên Kurdan dike, lê belê pariyên siyasî yên Kurdî yên Sûriyê ên di bin sîwana PDK`ê de di dirêjahiya dîroka xwe de bi rêveberî û perspektîfên hikumeta Sûriyê, kar kirin û ajanên wê bûn. Koyluoglu wiha got: "Divê dev ji vê yekê berdin. Divê têkiliyên bi dijminên Kurdan re ne li ser hesabê partiyên Kurdî ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê têdikoşin be."

ÊDÎ GELÊ KURD RASTIYÊ DIZANE

Koyluoglu destnîşan kir ku PDK ji bo têkbirina tevgera rizgariyê ya Kurdistanê di destê dewleta Tirk de bûye amûrek û wiha got: "Lê belê gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê îro kiryarên PDK`ê nîqaş dike û red dike. Gelê Kurd êdî vê siyasetê red dike."

Rojnamevan Koyluoglu tekez kir ku di rewşeke wiha de heke şerekî navxweyî di nava Kurdan de derket, dê şaştiyeke mezin be. Ji ber ku gelê Kurd di sedsala 20`an de pir wendahî dît û ji ber şerê Kurdî-Kurdî derfet ji dest dan. Heke ev tişt îro dubare bibe dê gelê Kurd dîsa wenda bike, ev jî tê wateya ku dê derfeta sedsala 21`an ji dest bide.

Koyluoglu di dawiya nirxandina xwe de tekez kir ku gelê Kurd vî şerê navxweyî red dike û got: "Heke PDK vî şerî qebûl bike jî, dê ji sedî 90 ji pêşmergeyan red bikin. Ji bilî hin aliyên pêşmergeyan ku ji dijmin re kar dikin anku dijmin ew ava kirine, tu kes bi şerekî weha razî nabe."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nw3P3tj36U0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>