Koalîsyona Erebî mûşekên balîstîk û balafirên bombekirî yên hûsiyan xistin xwarê

Koalîsyona Erebî gelek mûşekên balîstîk û balafirên bêpîlot ên bombekirî ku hûsiyan avêtin qiraltiyê xistin xwarê.

Koalîsyona Erebî mûşekên balîstîk û balafirên bombekirî yên hûsiyan xistin xwarê
10 îlon, 2020   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ya li dijî hûsiyên li Yemenê ragihand ku gelek mûşekên balîstîk û balafirên bêpîlot ên bombekirî ku koma Ensarullah (Hûsî) avêtin qiraltiyê xistin xwarê.

Berdevkê fermî yê hêzên Koalîsyona Erebî mîralayî Tirkî El-Malikî daxuyand "Hêzên koalîsyona hevbeş, îro pêncşemê gelek mûşekên balîstîk û balafirên bêpîlot ên bombekirî rûxandin ku milîsên hûsî yên terorîst ji bo hedefkirina sivîlan bi awayekî plankirî ber bi qiraltiya Erebistana Siûdî ve avêtin."