​​​​​​​HRW: Wîfaq çekên dij balafiran li dijî xwepêşanderan bi kar anîn

HRW'ê got, milîsên hikumeta Wîfaqê çekên giran li dijî xwepêşderên ku li paytexta Lîbyayê li dijî gendeliyê derketibûn, bi kar anîn.

​​​​​​​HRW: Wîfaq çekên dij balafiran li dijî xwepêşanderan bi kar anîn
10 îlon, 2020   16:21
NAVEND NÛÇEYAN

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW), di daxuyaniyekê de ragihand ku di 23 û 29'ê Tebaxa borî de, milîsên hikumeta Wîfaqê ya ku dewleta Tirk desteka wan dike, tivingên otomatîk û çekên li dijî balafiran li dijî xwepêşanderan bi kar anîn.

HRW, diyar kir ku ji ber şideta li dijî xwepêşanderan de hate bi karanîn, bi kêmanî 24 kes hatin kuştin, di nav de nûçegihanekî herêmî hebû û gelek kes birîndar bûn. Her wiha gelek kes hatin girtin û lêdankirin.

Lêkolînera yekemîn a derbarê Lîbyayê de di HRW'ê de Henan Selah got, parçebûna siyasî, metirsiyên ewlehiyê, ji komên çekdar re nebin hincet ku tivingên otomatîk û çekên dij belafiran bi kar bînin.

Henan Selal diyar kir ku divê desthilata Terablusê li ser vê mijarê lêpirsînê veke û navên komên çekdar û fermandarên ku li gorî pîvanên sereke yên ewlehiyê tevnegerin eşkere bike û wan muhasebe bike."