Stasyona avê ya Kişkiya di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê

Şaredariya Gel a Kişkiya restorekirina stasyona avê ya yekane li herêmê didomîne. Tê payîn ku di hefteya bê bi dawî bibe.

Stasyona avê ya Kişkiya di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê
Stasyona avê ya Kişkiya di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê
Stasyona avê ya Kişkiya di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê
Stasyona avê ya Kişkiya di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê
Stasyona avê ya Kişkiya di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê
Stasyona avê ya Kişkiya di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê
Stasyona avê ya Kişkiya di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê
10 îlon, 2020   14:35
DÊRAZOR

Stasyona avê li başûrê rojhilatê bajarê Kişkiya yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê dikeve. Ev stasyon a yekemîn li bajêr e, tê texmînkirin ku dê pêwîstiyê zêdeyî nîvê şêniyên bajar ji avê bi cih bîne.

Stasyon ji 5 salan ve, ji dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê,  ji xizmetê derket.

Şaredariya Gel a bajarê Kişkiya di dawiya sala borî de dest bi xebatên restorekirina stasyonê kiribû, lê ji ber belavbûna vîrusa koronayê mehekê hate rawestandin.

Şêniyan rehetiya xwe ji ber restorekirina stasyona avê nîşan dan.

Hevserokê Şaredariya Kişkiya Mihemed Şihade  diyar kir ku restorekirina ji sedî 90 pêk hatiye û di demekê nêzîk de wê bikeve xizmetê.

ANHA