Li Reqayê projeya restorekirina deverên dîrokî

Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê projeya restorekirina deverên dîrokî da destpêkirin. Xebatên restorekirinê ji aliyê komîteyên pispor ve ji devera "Qesir El-Benat" dest pê kir.

Li Reqayê projeya restorekirina deverên dîrokî
Li Reqayê projeya restorekirina deverên dîrokî
Li Reqayê projeya restorekirina deverên dîrokî
Li Reqayê projeya restorekirina deverên dîrokî
Li Reqayê projeya restorekirina deverên dîrokî
10 îlon, 2020   13:35
REQA

Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê di çarçoveya xebatê xwe de projeya restrokirina deverên dîrokî yên ku ziyan dîtine.Reqayê da destpêkirin

Xebatên restorekirinê ji devera "Qesir El-Benat" a li aliyê rojhilatê bajêr e ku di sûra Bab Bexdad a dîrokê de ye dest pê kir.

Qesir El-Benat, (Qesira Keçan) ji gelek ode û eywnan û hewşeke berfireh pêk tê. Tê gotin ku di serdema Harûn El-Reşîd xizmetçî tê de dixebitin. Li gorî pisporên warê şûnwar ev cih berê nexweşxaneyek bû.

Li gorî berpirsên projeyê, dê dîwarê qesirê cihê ku ziyan dîtine bi madeya cebsîn û fexar werin sererastkirin, cih were ronîkirin û parkeke li derdora wê were avakirin.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebdulxefûr Xelef got: "Piraniya deverên şûnwarî yên li Reqayê di salên dawî de ji ber şer û paşguhkirinê xirab bûn. Piştî lêkolînê me projeyeke restorekirinê da destpêkirin, proje ji Qesir El-Benat dest pê kir. Li gorî derfetan dê cihên din werin restorekirin."

ANHA