​​​​​​​Hêzên hikumeta Sûriyê topbarana li ser çiyayê El-Zawiyê zêde kir

Hêzên hikumeta Sûriyê piştî ku li herêma çiyayê El-Zawiyê dixwest bi pêş ve biçe, bi koordîneya balafirên keşfê topbarana li ser herêmê zêde kiriye.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Sûriyê topbarana li ser çiyayê El-Zawiyê zêde kir
10 îlon, 2020   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Kunsefra, Sifûhan, Kefer Iweyd û El- Fitêra bi koordîneya bê navber a balafirên keşfê topbaran kirine.

Her wiha SOHR`ê da zanîn ku hêzên hikumetê duh bi şev hewl da derbasî baregehên çeteyan ên başûrê Idlibê bibin û çeteyan jî bersiv da.

(oh)