Şêniyên Çilaxa banga xurtkirina rêxistina leşkerî û parastinê herêmê kir

Şêniyên navçeya Çilaxa bi meşekê bang kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk asta berxwedana xwe bilind bikin û bi taybet bang li ciwanan kir ku li herêmê rêxistina xwe ya leşkerî û parastinê xurt bikin.

Şêniyên Çilaxa banga xurtkirina rêxistina leşkerî û parastinê herêmê kir
10 îlon, 2020   12:58
QAMIŞLO

Meclisa Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi hevkariya Kongreya Star ji bo piştgirya berxwedana Heftanînê û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiriyarên li dijî gelê herêmê pêk tîne, meşek li dar xist.

Meş ji ber Çerxerêya Trafîkê ya li naverasta navçeyê dest pê kir û ber bi kolanên giştî ve çû. Xwepêşdandêran sloganên piştgiriya berxwedana HPG`ê li dijî artêşa Tirk didin meşandin û hewldana şikandina vîna gelê Kurdistanê dike, berz kirin.Di heman demê de xwepêşandêran êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêma Heftenînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Girseya gel li dijî êrişên artêşa Tirk banga bilindkirina asta berxwedanê kir û piştrast kir ku tekane rêya sekinandina van êrişan berxwedan e.

Xwepêşandêran alên QSD`ê û pankartên "Bi rihê 14`ê Tîrmehê em ê dawî li dagirkeriyê û îxanetê bînin" bilind kirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Nezha Sîfdîn axivî û êrişên artêşa Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê, nexasim li herêma Heftanînê ku şermezar kirin û bal kişand ser ku artêşa Tirk hewl dida hîn zêdetir xaka Kurdistanê dagir bike û li hemberî van êrişan dewletên cîhanê û herêmê bê deng in.

Nezîha Sîfdîn bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku li hemberî van êrişan serî hildin û bi lîstokên dewleta Tirk ve nayên xapandin û li dijî êrişên dewleta Tirk hêza xwe xurt bikin.

Nezîha Sîfdîn di dawiyê de da zanîn ku gelê herêmê li dijî van êrişan berxwedana xwe didomîne û divê ciwan tev li hêzên leşkerî û ewlekariyê bibin û rêxistina xwe ya parastina herêmê xurttir bikin.

(eh)

ANHA